Wezareta darayî ya hikûmeta Herêmê nikare mûçeyan belav bike

kurdistani 12:29 PM - 2015-08-24
Wezareta darayî ya hikûmeta Herêmê nikare mûçeyan belav bike

Wezareta darayî ya hikûmeta Herêmê nikare mûçeyan belav bike

Cîgirê serokê komîteya darayî û aborî li parlemana Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku piştî wezareta darayî mûçe ji bo wezareta Pêşmerge dabeş kirin, ew wezaret nikare mûçeyên karmendên hemû wezaretên hikûmeta Herêmê belav bike.

Heme Salih roja duşemê 24/8/2015 ji PUKmedia re ragihand ku wezareta darayî nikare mûçe li hemû wezaretên hikûmeta Herêmê belav bike, piştî ku yên wezareta pêşmerge belav kirin, ji ber ku pere li gel wezaretê tune ne. Diyar jî kir ku wezaret pereyan tenê ji dahatûyên nefta ku wezareta samanên suriştî li bazarên cîhanê difiroşe, werdigire.

Heme Salih anî ziman ku wezareta samanên suriştî qet ti pere ji bo peydakirina mûçeyên karmendên hikûmetê ji wezareta darayî re neşandiye.

Derbarê boykota karmendan ya îro jî, Heme Salih got ku ew bi daxwaz û mafên wan ên rewa re ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket