Koçberiya Rojava Çima?..... Dawûd Çîçek

kurdistani 02:48 PM - 2015-08-20
Dawûd Çîçek

Dawûd Çîçek

“Berdevkê Koşka Spî John Kirby dibêje: “Kurdên Sûriyê nîşan dan ku di şerê li dijî “DAIŞ”ê de pir jêhatî ne, lewma hevpeymanî dê li ser alîkarîkirina wan berdewam be.”

Rojavayê Kurdistanê weku beşek ji tevahiya Sûriyê ku eve pênc sal in di nava şer, êriş, dorpêç û malwêranî û zehmetiyên jiyanê û koçberî de dijî, li Rojava rewşa şer û planên taybet ên li ser Kurdan têne meşandin hene, nakokiyên navdewletî û herêmî jî bandora xwe raste rast li Rojavayê Kurdistanê dikin û neyekbûna helwesta Kurdan bi carekê birînên xelkê me yê Rojavayê Kurditanê kûr dike û berve metirsiyên mezin dibe.
Dema em li birînên xelkê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dikolin mirov berxwedan û tehemul û girêdana xelkê me bi ax û gund û welatê xwe dibîne û dema berê xwe jî dide koçberiyê her tiştî dide ber çavên xwe û xwe li mirinê diqelibîne û bi çavên tejî rondik û dilê xemgîn û şikestî mal û mulk û bîreweriyên xwe li şûna xwe dihêle û ji welatê xwe bi bê ku xatir bixwaze bar dike. Çima..!?

Daku bikare pêşeroja xwe û zarokên xwe dabîn bike daku bikare şîrê zarokê xwe peyda bike, dibêje qet nebe li Ewrupayê hikûmet dê zarokên min xwedî bike û dê bi xwendin bike, kar hebe tune be ew welat dê nanê min bide, ev ne tenê halê me Kurdan belku mezintirîn koçberiya sedsalê îro li Sûriyê rû daye ku 11 Milyon kes koçber bûne.

Eger mirov ji xwe bipirse gelo xelkê me yê Rojava gênç û keçên me, malbatên Kurd ji ber çi berê xwe didin derveyî welat? Ger mirov pîvanê di navbera herêmên Rojava û herêmên din ên Sûriyê bike, mirov dibîne Rojava ji hemû herêman baştir e, bi berxwedan û zend û bendên şervanên “YPG” û “YPJ” ku bi xwîna wan Rojava ji êrişên hovane ên rêxistina “DAIŞ” û hevalbendên wê hatiye parastin û tê parastinê. Nîşana wê yekê jî berdevkê Koşka Spî John Kirby dibêje, “Kurdên Sûriyê nîşan dan ku di şerê li dijî DAIŞê de pir jêhatî ne, lewma hevpeymanî dê li ser alîkarîkirina wan berdewam be.”

Rêveberiya Xweser erkên xizmetguzariyê hildaye ser milên xwe û xizmeta xelkê xwe dikin. Ev yek dijminên Kurdan dîn û har dikin û her roj êrişên xwe li dijî gelê me dimeşînin, dorpêça aborî û siyasetên birçîbûnê li ser gelê me ferz dikin û hewla şikandina vîn û îradeya gelê Kurd li Rojava didin.

Bi dîtina min sedema serekî ya  koçberiya ji Rojava nakokiyên Partiyên siyasî ne ku hin alî tenê ji bo bêjin Rojava ne aram e û Rêveberiya Xweser û Asayîşa Rojava û “YPG” û “YPJ” nikare Rojava biparêze û sedema rewşa aboriya xirap û dorpêça ku li ser herêmê heyî û şerê “DAIŞ” li wê yekê vedigerînin. Nabêjin ku sedema serekî ne hevgirtin û ne yekîtî û ji erkê xwe baz dane. Dibêjin ku nahêlin em kar bikin nahêlin em bibin desthilat û çi karekî dinê nakin, ev e hemû hincetên ji kar bazdanê ye ji erkên netewî û xizmeta xelkê reve. Sibê heya êvarê li bajar û kolanên Rojava bi serbestî digerin, civîn û xebatên xwe yê siyasî birêve dibin hîna jî dibêjin Rêveberiya Xweser nebaş e. Ev e bê wijdaniyeke.

Îro tehdîdên mezin li ser Rojava hene planên mezin li dijî Rojava têne amadekirin û ne opozisyona Sûrî û hevalbendên wê û ne jî rêjîma Sûriyê itîrafê bi Kurdan nakin, divê em Kurd li xwe vegerin û pişta hevdu bigrin û yekîtiya xwe çêbikin û dema roja wê hat û sindoqên hilbijartinê hatin danîn wê demê xelkê hesab bixwaze lê bi siyasetên dijberiyê her kes wê winda bike.

Ewên ku dibêjin koçberiya xelkê ji ber leşkeriya bi zorê ye û siyaseta Rêveberiya Xweser e. wê demê mirov dipirse baş e? Lê bi hezaran ewên ku çek hilgirtine û parastina axa û mal û namûsa me dikin kî ne? Ne ew in keç û kurên Rojava ne. Ma ne ew in ku dengê Rojava li hemû cîhanê belav kirin û berê cîhanê dane Rojava? Ez bawer nakim xort û keçên Kurd ji şer û çekan bitirsin, lê ev rewşa heyî ya neyekîtiya Kurd xelkê ditirsîne û dibe sedema bîngehîn ku dijminên gelê Kurd gefan bixwe û êrişî Kurdan bike. Yekîtî hebûya niha her sê Kantonên Rojava dighîştin hev û Kurd li ser asta Sûriyê bibûna hêza herî bi bandor. Ka em destê xwe bi hev re deynin ser birînê. Yekîtiya xwe xort bikin û bi hev re Rojava biparêzin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket