Ajansa Rojnwesê; YNK’ê pîrozbahî li PKK’ê kir

kurdistani 07:39 PM - 2015-08-17
YNK’ê pîrozbahî li PKK’ê kir

YNK’ê pîrozbahî li PKK’ê kir

Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê bi boneya 31’mîn salvegera pêngava şerê çekdarî yê PKK’ê, pîrozbahî li PKK û gerîlayan kir.

Polîtburoya YNK’ê bi boneya 15’ê TEbaxê pêngava şerê çekdarî yê PKK’ê daxuyaniyek nivîskî bi sernavê ‘Birêz û tekoşer rêveberiya PKK û gerîlayên qehreman ên bakûrê Kurdistanê’ belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Polîtburoya YNK’ê bi silavek germ a şoreşgerî, bi boneya 31’mîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê keyfxweş e. Em pîrozbahiyek germ li we dikin û hêvîdarin rizgarî û demokrasiya we, serkeftinek stratejîk bidest bêne. Serkeftinên we bibe cihê pêşvebirina demokrasî û çareseriya pirsgirêka gelê kurd û gelên din ên li Tirkiyê.”

Polîburoya YNK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Di demek ku em vê salvegerê pîroz dikin, mixabin rewşa siyasî ya Tirkiyê, serkeftina siyasî ya pêvajoya demokrasiyê ya 7’ê Hezîranê û pêşketina HDP’ê, lê rewşa ewlekarî û pêvajoya aştiyê ji danûstandinan dûr ketiye. Li cihê şahiyên serkeftina aştiyê ku AKP û PKK’ê di 3 salên borî de di warê rawestandina şer de rolek diyar leyîstin, lê carek din balafirên şer ên Tirkiyê hatin ser asîmanê rengîn ê Kurdistanê û sivîl bûn qûrbanî.”

YNK di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Tevî her tiştî carek din wê hikûmeta Tirkiye û PKK vegerin ser mêzeya guftûgoyan. Di vê serdemê de şer çend zererê digihîne gelan, dû qatî wê di warê siyasî, aborî, dîplomasî û mafê mirov de jî zererê digihîne hikûmetan. Vaye ne Amerîka, ne NATO û ne jî Yekîtiya Ewrûpa ne amadene piştgiriya dewleta Tirkiyê ya li dijî gerîla û şervanan bikin. Çendî zû be, divê ev êrişên Tirkiyê yên li dijî gerîlayan bên rawestandin û dest bi pêvajoya aştiyê bikin. Metirsiyên DAIŞ’ê zêdetir li ber çavan werin girtin.”

Polîtburoya YNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike û wiha dibêje: “Em pîrozbahiyê li we dikin. Hêvîdarîn di salên pêş de bi azad kirina birêz Ocalan, hemû girtiyên siyasî û serkeftina aştiyê, vê salvegerê pîroz bikin.”


- PUKmedia-Rojnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket