Mela Bextyar: Demokrasî bijardeya herî baş e ji bo bidestxistina serkeftinên siyasî
kurdistani 12:42 PM - 2015-08-14Mela Bextyar: Demokrasî bijardeya herî baş e ji bo bidestxistina serkeftinên siyasî
Berpirsê desteya kargêrî ya Polîburoya YNK`ê Mela Bextiyar pêşwazî li Ebdilkerîm Umer wezîrê karên derve yê Kantona Cizîrê û cîgira wî Emîne Oso kir. Di hevdîtina ku endamê encûmena bilind ya Polîtburoya YNK Heval Muhsên Elî Ekber û Şêrzad Adil Êzîdî nûnerê Xweseriya Demokratîk ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê têde beşdar bibûn, guftûgo li ser rewşa niha ya Rojava û Kantona Cizîrê û serkeftinên ku YPG`ê bi dest xistine hate kirin.
Di wa çarçoveyê de, Ebdilkerîm Umer behsa rewşa niha ya Kantona Cizîrê kir her wiha behsa banga ku ji bo çareserkirina kêşeyan hatiye kirin jî kir. Her wiha ronî xiste ser pêwîstiya derfetdayîna ziyatir ji bo serkeftinên siyasî û danîna bingeha pêşerojeke demokrat li Rojavayê Kurdistanê. Umer her wiha bal kişande ser gefên li ser siyaseta herêm û navçeyê û hêviya çareseriya aloziyan kir.
Ebdilkerîm Umer qehermaniya Pêşmerge û şervanên Kurdistanê li dijî DAIŞ`ê jî anî ziman û got: Baweriya me bi hêza gelê me heye ji bo azadî û pêşerojeke demokrat.
Kerîm di dawiya hevfdîtina xwe bi Mela Bextyar re xuya kir ku ew ê di çend rojên bê de ofîseke deplomasî ji bo nûnertiya her sê kantonên Rojava li Silêmaniyê damezrînin. Umer piştevaniya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ji şoreşa Rojava re ji rojên destpêkê de bilind nirxand û got: Em hemû spasiya helwest û şopandinên taybet yên Mela Bextyar derbarê dilsoziya Yekîtî ji bo azadî û demokrasiya gelê me dikin, serkeftina me li Rojavayê Kurdistanê swerkeftina tevahiya gelê Kurd di riya azadî û demokrasiyê de ye.
Ji aliyê xwe ve jî Mela Bextyar kêfxweşiya xwe ji serdana şandeya Kantona Cizîrê kir û diyar kir ku damezirandina nûnertiya Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyêcihê şanaziyê ye û got ku ew amade ne bi hemû hêza xwe piştgiriya gelê Rojava bikin. Mela Bextiyar destnîşan kir ku Rojava û piştî serkeftinên mezin cihê xwe di cîhanê de îsbat kir û wiha got: “Deriyê dîplomasî li pêşiya Rojava hatiye vekirin, di hemû qadên navnetewî de navê Rojava belav bûye.”
Berpirsê desteya kargêrî derbarê rewşa navçeyê û Sûriyê diyar kir ku hikûmeta wî welatî di va rewşê de derfetên berdewamiya xwe di desthilatê de pir kîm bûne, di wa bare de jî peyman û iltîzama hêzên cîhanî ji bo demokrasî û aramiyê li herêmê şîrove kir û got ku divê hemû alî bi cidî ji bo avakirina Sûriya demorkatîk û ne navendî bixebitin.”
Mela Bextyar wiha pêde çû û got: Demokrasî bijardeya herî baş e ku bi riya wê gelê me serkeftinên siyasî bi dest bixe. Rast e ku serkeftinên leşkerî hatine bidestxistin, lê belê nabe ku demokrasî tenê tektîkî be, ji ber ku ji bo serkeftina pirsa rizgariya netewa me, dibê rêkeftina siyasî bi opozîsyona Sûrî re were bidestxistin. Her wiha got: Em her serkeftineke siyasî ji bo gelê Rojava bi girîng û pêwîst zanin.
Bextyar di dawiya axaftina xwe de got ku şandeyek ji Buroya Siyasî ya YNK’ê û saziyên YNK’ê ve dê serdana Rojava bikin..
PUKmedia / Ragihandina Berpirsê Desteya Kargêrî
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18