Komkujiya Şengalê li eniya mirovahiyê şermeke mezin e

kurdistani 06:51 PM - 2015-08-09
Komkujiya Şengalê li eniya mirovahiyê şermeke mezin e’

Komkujiya Şengalê li eniya mirovahiyê şermeke mezin e’

YNKê derbarê Şengalê de banga civîneke lez dike

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê derbarê rewşa Şengalê de banga kombûnê li her pênc partiyên sereke yên Herêmê dike û da xuya kirin YNKê derbarê rewşa Şengalê de nîgeran e.

Çavkaniyeke fermî ji mekteba siyasî ya YNKê ji kenala Gelî Kurdistan re ragihand ku: Nûnerê malbenda Nînewa ya YNKê bi bê razîbûna mekteba siyasî beşdarî civîna li Şengalê lidarketî bû, lê di civînê de hîç nerîneke xwe ne daye.

Çavkaniyê her wiha da xuyakirin ku; Mekteba Siyasî  derbarê rewşa Şengalê de bang civîneke lez li nûnerên her pênc partiyên  sereke yên Herêma Kurdistanê dike, ji ber ku YNKê derbarê rewşa giştî ya Şengalê de nîgeran e.

Banga Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber a Kantonên Rojavayê Kurdistanê

Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber a Kantonên Rojavayê Kurdistanê yekemîn salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê bi bîr anî û bi tundî şermezar kir û diyar kir ku dê heta serkeftin û rizgarkirina Şengalê ji çeteyan alîkariya xwe bi welatiyên Êzdî re bidomîne.

Bi boneya yekemîn salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên Êzdî yên Şengalê ku di 3’yê tebaxa 2014’an de bi hevkariya hin aliyên kurdî pêk hat, Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Kordînasyonê wiha ye:

Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de li dijî welatiyên Kurd ên Êzdî li Şengalê komkujiyeke herî qirêj pêk anîn. Çeteyan malên welatiyan hilweşandin, kesên temen mezin û zarok li pêşiya çavên xwediyên wan kuştin. Jinên Êzdî revandin û di bazaran de firotin û bi sedhezaran welatî neçarî koçberiyê kirin û bi hezaran welatî li ber germa havînê di çiyayê şengalê de bi av û xwarin hatin dorpêçkirin.

Ev trajediya bi ser welatiyên Êzdî de hatiye, hewildaneke çeteyên DAIŞ’ê ji bo tunekirina miletekî ku herî kevnar di nava gelên Mezopotamiyayê de ye. Her wiha ev komkujiya Şengalê li eniya mirovahiyê şermeke mezin e. Li hemberî vê komkujiyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê berê xwe dane Şengalê û korîdorek di navbera Şengalê û Rojava de vekirin. Şervanan bi hezaran welatiyên Êzdî ji komkujiyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê jî pêşwaziya koçberan kir û hemû pêdiviyên wan peyda kirin û heta niha jî gelek koçber di kampa Newroz de bi cih bûne û şahidê vê trajediyê ne.

Niha em li rex welatiyên Şengalê ji bo tevahî Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, li ber xwe didin. Baweriya me bi welatiyên Şengalê û azadîxwazên cîhanê di serkeftinê de mezin e.

Em wekî Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber a Kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîrê, Kobanê û Efrînê) komkujiya çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê di yekemîn salvegera wê de bi bîr tînin û DAIŞ’ê û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Em ê heta dawî alîkarî û piştgiriya gelê xwe li Şengalê heta pêkanîna azadî û edaletê bikin.

Hêjayî gotinê yek çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de piştî ku pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê reviyan êrîş kirin û welatiyên Êzdî yên Şengalê li hemberî komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê rû bi rû hatin hiştin.

Komkujiya Şengalê li Freîbûrgê hat şermezarkirin

    Komkujiya Şengalê li bajarê Elmanya Freîbûrgê hat şermezarkirin.



Ji ber yekemîn salvegera komkujiya Şengalê, li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Di çalakiya ji aliyê Yekîtiyên Êzidiyan ên Freîbûrg û Lahr ve hat organîzekirin de, tevî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Freîbûrgê û Komuna Jinê ya Nûda, bi qasî 500 kes amade bûn.

Girseya gel li Kartoffelplatzê civiya û ji vir ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Şengal", "Terorîst IS" hatin qîrîn. Li navenda bajêr jî li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn û girseya gel piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, dawî li çalakiya xwe anî.

Komkujiya Şengalê li Tambovê hat şermezarkirin

    Êzidiyên li bajarê Rûsya Tambovê dijîn, bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê çalakiyek lidar xistin.


Êzidiyên li bajarê Rûsya Tambovê dijîn, bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê civînek lidar xistin. Di civîna li Navenda Xebatê ya Dîcleyê de Hevserokê Kongrya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan û rûspiyên civata Êzidî yên herêmê amade bûn.

Şemoya di axaftina xwe ya li civînê de bibîr xist ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi sed hezaran Êzidî ji cih û warên xwe bûne, bi hezaran hatine qetilkirin, bi hezaran hatine revandin û got, "Di vê sedsala em tê de ne, keçên ciwan ên Êzidî li bazaran ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên firotin. Li hemberî vê şerma mirovahiyê mixabin tevahiya cîhan bêdeng e. Halbûkî, ev mirovên ku tekane sûcê wan baweriya wan bû, diviyabû ji aliyê tevahiya mirovahiyê û xwişk û birayên xwe yên Kurd ve bihatina parastin." Şemoyan destnîşan kir ku dîrok wê ti carî PDK'ê efû neke.

'BI KANTONA XWESER RE DIVÊ RÊXISTINBÛYÎN WERE AFIRANDIN'

Şemoyan diyar kir ku divê Şengal di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de weke kantonekê bibe xwedî rêxistinbûyîneke xurt û got, "Civata me ya Êzidî êdî gihaştine wê potansiyelê ku karibe xwe bi xwe bi rêve bibe. Hêza xwe parastinê, meclîsa xwe ava kiriye û ji bo azadkirina Şengalê dest bi karekî aktîf kiriye. YBŞ, HPG Û YJA STAR bi hev re derbên giran li çeteyan dixin ku Şengalê rizgar bikin. Piştî azadkirina Şengalê di vê Şengal di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de weke kantoneke xwser xwe bi rêxistin bike. Hingî wê Êzidî û Êzidiyatî ewle bibin."

        Komkujiya Şengalê li Hambûrg û Nurnberê hat şermezarkirin

Komkujiyên Şengal û Zergelê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ve hatin kirin, li bajarê Elmanya Hambûrg û Nurnbergê hatin şermezarkirin.


Komkujiyên Şengal û Zergelê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ve hatin kirin, li bajarê Elmanya Hambûrg û Nurnbergê hatin şermezarkirin.

HAMBÛRG

Meşa li Hambûrgê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organızekirin, bi beşdariya nêzî hezar Kurdên Êzidî, welatiyên Suryanî, oldar û mirovên ji baweriyên cuda, pêk hat.

Di meşa ji ber stasyona navendî ya trenê destpê kir de wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin. Weke temsîla komkujiyê, li refên pêş ên meşê jinan kefenên bi xwîn li xwe kirin. Di axaftinên bi zimanên Kurdî û Elmanî yên li meşê de komkujî hat şermezarkirin. Li ser komkujiyê gelek belavok hatin belavkirin. Di dema çalakiyê de parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr û parlamenterê SPD'ê yê Hambûrgê Azîz Aygun axivîn. Aygun da xuyakirin ku ev komkujiya li hemberî civata Êzidiyan li dijî tevahiya nirxên mirovahiyê hatiye kirin. Ozdemîr jî bibÎr xist ku gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG/YPJ'ê bi sed hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar kirine û destnîşan kir ku hikûmeta Elmanyayê ev rastî ji nedîtî ve hatiye.

Ozdemîr mirovên di komkujiya li gundê Zergelê de jiyana xwe ji dest dan jî bibîr anî û got, "Pêwîste Elmanya û dewletên din ên rojavayî zanibin ku êrîşa li hemberî PKK û YPG/YPJ'ê, tê wateya xurtkirina çeteyên DAIŞ'ê. Em dipirsin: Kî wê gelan û nirxên mirovahiyê li hemberî DAIŞ'ê biparêze?" Ozdemîr bang li hikûmeta Elmanya kir ku di mijara xwe rêveberiya gelê Şengalê de destekê bide.

Di meşa ku heta semta Dammtor dewam kir de ji bo mîtînga roja Çarşemê saet di 17:00 a li Altona û meşa roja Şemiyê ya li Kolnê banga beşdariyê hat kirin. Ji bo tevlîbûna meşa li Kolnê wê saet di 06:00 de ji ZOB'ê otobus bi rê bikevin.

NURNBERG

Çalakiya li bajarê Nurnbergê jî li ber stasyona navendî ya trenê destpê kir. Mîtînga ji aliyê Mala Gel a Medya ya Nurnbergê û Navenda Civaka Demokratîk ve hat lidarxistin, bi beşdariya Elman, Kurdistanî, Tirkiyeyî û mirovên ji neteweyên cuda pêk hat.

Di axaftinên li mîtîngê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi zanebûn û bi plan dixwaze gelê Kurd bi temamî qetil bike. Hat ragihandin ku fermana qetilkirinê Erdogan daye û ji ber ku sûcê şer ê navneteweyî dike, divê were darizandin. Hat destnîşankirin ku armanca bingehîn a dewlet Tirk valakirin û bêmirov hiştina çiyayên Kurdistanê ye.

Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Azadî hema niha", "Bimire AKP", "Bijî YPG", "Kujer Erdogan", "Gerîla lê dixe Kurdistanê ava dike" bi dawî bû.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket