Sîpan Hemo: Em Dixwazin Hevkarîya Xwe ya ligel Amerîka Xurttir Bikin

kurdistani 10:46 AM - 2015-08-08
Sîpan Hemo: Em Dixwazin Hevkarîya Xwe ya ligel Amerîka Xurttir Bikin

Sîpan Hemo: Em Dixwazin Hevkarîya Xwe ya ligel Amerîka Xurttir Bikin

Di hevpeyvîneke  taybet de Sîpan Hemo, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser jimareke mijarên girîng bersîva Dengê Amerîka dide.

Birêz Hemo dibêje, ew ji Hesekê heta Çemê Feratê û Ain Îsa şerekî dijwar li dijî DAIŞê dikin û serkeftinên girîng dest dixin.

“Di enîya şer de, tekoşîna me li dijî rêxistina terorîst DAIŞ berdewam dike û herî dawî me Sirîn û Hesekê rizgar kirin. Li ku derê be bila bibe, emê şerê xwe yê bo mirovahî bidomînin.”

Hemo dide zanîn ku ew û Amerîka li dijî terora DAIŞ tekoşîneke hevbeş didin û emcanên girîng dest dixin.

“Firokên esmanî yên Amerîkî di gelek enîyan de alîkarîya me dikin û em bi hevre encamên pir girîng bi dest dixin. Daxwaz û hêvîya me ev hevkarîya heyî baştir be. Em ji hevkara xwe Amerîka dixwazin ku çekên giran, tecrube û alavên nû yên pêşketî bide me ku em bikanibin hîn bi bandor şerê terorîzmê bikin.”

Hemo bang li Amerîka û welatên cîhanê dike ku nehêlin hîn dewletên herêmê tekoşîn û serketina heyî bo berjewendîyên xwe yên biçûk kar neyînin.

Hemo balê dikşîne ser planên Tirkîyê yên vê dawîyê ku dixwaze bi karanîna Tirkmenan “herêmeke ewle” li navbera Cerablus û Azazê damezrîne.

“Tirkîyê bi rêya Tirkmenan dixwaze pêşîya YPG bigire ku kantonên Kobanê û Efrînê negihîne hevdu û jibo wê armancê jî Tirkmenan bi kar tîne. Tenê % 1,5 nîfûsa  Sûrîyê Tirkmenan in û li herêma ku êTirkîye dixwaze herêma ewle dayne, tenê 7 gundên Tirkmenan hene ku Kurd jî li wna gundana dijîn. “

Hemo dibêje, eger xema Tirkîyê bi rastî rewşa civaka Tirkman be, dive li herêmên din biêre ku nîfûseke mezintir ya Tirkmenan lê dijîn.

“Tirkîyê çima li Îdlib û Lazqîyê xwedî li Tirkmenan dernakeve jiber ku li wan deran pirtir Tirkmen dijîn. Lê, em zanin ku armanc ne Tirkmen in, lê tunekirina destketinên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.”

Hevpewyvîn; Robîn Reşvan

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket