Serpêhatiyên gerîla asoyê rastiyên gerîla ye
kurdistani 01:22 PM - 2015-08-05Nivîskar; Armanç Hevidar
Her serpêhatiyek ji serpêhatiyên gerîla, asoyê mirovan bi xwe re berbi rastiya jiyana gerîla ve dajo.
Ew jiyane ku ji her rexê xwe ve tê heskirin û ecibandin. Her weha bi tevna xwe ya sipehî û şanaz, ji bona her mirovekî azadîxwaz û disoz bûye cîh û warê vîn û evîneke azad. Ji lewra dema ku behsa jiyana gerîla tê kirin, di serî de rêhevaltî, xweşbînî, paqijî, xozanî û her weha berxwedan û qehremanî tê bîra mirovan.
Ji ber ku jiyana gerîla di nava xwe de her tim rastiyên jiyana bi ked, xwîdan û xwînê hatî afirandin dihewîne. Vê jiyanê di hiş û ramanê her azadîxwazekî de şûneke rengîn hiştiye. Gerîla di her warê jiyan û xebatê de bû ye deng, reng û vîna gelê Kurd.
Bi xwe re civakekî nû hûnandiye û afirandiye. Ango mirov dema tevlî vê jiyanê dibe, ji nûve fêrî rastiya xwe ya nepenî û wenda dibe. Weke zarokekî ji nû ve çavê xwe li jiyanê diveke û wan rastiyên heyî, yek bi yek weke tîjikên rojê himbêz dike.Her weha jiyana gerîla weke wêneyekî ji nû ve hatibe xêzkirine li ser textê bêriyê û her rêhevalek ji evîndarê weletê agir û rojê dixwaze li xweşikbûna vî wêneyî temaşebike. Ji ber ku çavê mirovan jê têr nabe.
Her tim bi mirovan re dikene û dibeşişe. Weke din rastiya herî balkêş a vê jiyanê ewe ku mirov bi xwe her tiştê xwe peyda dike. Ji tinebûnê her tiştî diafırîne û xwe xwediyê vê jiyanê dibîne. Her gav hazir û amedeye ku ji bona vê jiyanê û van rastiyên heyî canê xwe fedabike. Bi hişmendiyeke nû gihiştî û azad, kesayeta xwe li gorî vê bawerî û felsefa heyî berbi guhertin û veguhertinekî nû ve dibe.
Dijê hemû rengên jiyana desthiladarî, berjewendîparêz û mêtingeriya pergalên serdest e. Weke din her kêliyek ji kêliyên vê jiyanê di nava xwe de gelek macereyan dihewîn e. Her serpêhatiyekî bi serê xwe destane û evsaneyekî zindî ye. Her tiştê heyî di nava vê jiyanê de, bi xwe re coş, heyecan û arîşe yê avadike.Gerîla bi hevalbendiya xwe nav û deng e ku mînakên wê di ti şoreş û tevgerên cîhanê de nehatiye dîtin.
Ji ber ku gerîla xwe bi vê rastî, xweşikbûn û diristbûna hevalbendiya ku ji her milî ve jiyanê dixemilîne, xwe li ser piyan digre û her dem mîna avzêmekî xwe nû dike. Ev giyana hevaltiyê jî ji her gav û çaxan bêhtir wateya xwe û hebûna xwe di her kar û xebatê vê jiyana bedew de nîşan dide.
Nivîskar; Armanç Hevidar
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25