Serok Mam Celal pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî kir

kurdistani 06:20 PM - 2015-08-04
Serok Mam Celal pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî kir

Serok Mam Celal pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî kir

Îro Sêşeme 4-8-2015 serok Mam Celal li Silêmaniyê pêşwazî li Dr. Elî Qeredaxî emîndarê giştî yê yekîtiya Cîhanê ya Zanayên Misilman û Dr. Merîwan Ehmed Reşîd serokê Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û endazyar Husên Necmedîn Resûl serokê desteya kargêrî ya bilind ya rabîteya Islamî li Kurdistanê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Dr. Elî Qeredaxî kêfxweşiya xwe nîşan da ku careka din bi dîtina serok Mam Celal şadbûye û bi taybet ku niha tendirustiya rêzdarê wî baş bûye û ber bi baştirbûnê ve diçe, her wiha silavên tevahiya endamên Yekîtiya Zanayên Misilman gihand cenabê Mam Celal ku bi germî li rewşa wî dipirsin û dixwazin wî bibînin.

Di hevdîtinê de Dr. Mihemed Sabir amade bû, Dr. Qeredaxî ronahî xiste ser pêşhateyên siyasî li ser astê Kurdistan û Êraq û navçeyê, di wê derbarê de jî, rola serok Mam Celal li bûyer û meşheda siyasî ya Êraq û Kurdistanê û Cîhana Îslamî  jî bilind nirxand ku herdem sîwana komkirina hemû pêkhate û ol û aliyan bû, herweha hewlên cenabê Mam Celal di çareserkirina kêşe û pirsgirêkan de anî ziman û ragihand, Serok Mam Celal roleke yekalîkirin bîniye bo pêkvejiyan û aramî û aştiya civakê, got jî: pêwîstiya me niha jî bi wê rêbazê heye bo çareserkirina tevahiya kêşe û pirsgirêkan  ku hemû alî pê razîb in lewra  pêge û cihê cenabê Mam Celal herdem diyar e û zanayiya wî giring e bo cîbicîkirina her bername û karê Niştîmanî.

Cenabê Dr. Merîwan jî ligel bilind nirxandina rola serok Mam Celal di hemû waran de balkişand ser piştevaniya cenabê Mam Celal di pêşxistina zanist û zaniyarî û xwendin û perwerdeyê de, di wê bare de jî behsa piştevanîkirina cenabê wî kir di vekirina  zanîngeha Geşepêdana mirovî li Qeredax.

Ji aliyê xwe ve Serok Mam Celal xweşhaliya xwe ji wê serdanê û hestê biratiyê nîşan da û bi germî mêvanên xwe bi oxir kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket