Peykereke Arîn Mîrkan li Silêmaniyê dê were danîn

kurdistani 05:57 PM - 2015-08-04
Peykereke Arîn Mîrkan li Silêmaniyê dê were danîn

Peykereke Arîn Mîrkan li Silêmaniyê dê were danîn

Şandeya Kantona Cizîrê serdana bajarê Silêmaniyê kir û ji aliyê YNK’ê ve hat pêşvazîkirin. Di hevdîtinê de biryar hat girtin ku li bajarê Silêmaniyê peykerek ji bo şehîda YPJ’ê Arîn Mîrkan were çêkirin.
 
Şandeya Kantona Cizîrê ku pêk dihat ji Wezîra Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Berpirsa ragihandina wezaretê Leyla Cemal û Nûnerê xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava Şêrzad Adil Êzidî  ji aliyê Mela Bextiyar ve hat pêşzvazîkirin.
 
Di hevdîtinê de di navbera wezareta Rewşenbîrî û çandî yê Rojava û Başûrê Kurdistanê de peymanek hat îmzekirin. Herwiha biryar hat dayîn ku peykerek ji bo şehîd Arîn Mîrkan were çêkirin.
 
Di destpêka hevdîtinê de Endamê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar kêfxweşiya xwe ji hatina şandeyê nîşan da. Mela Bextiyar herwiha diyar kir ku ew erênî dibînin ku jinek wezîrê rewşenbîrî ye ku ji bo xebtek medenî û wekhevî ya Rojava xwedî girîngiye.
 
Bextiyar di hevdîtina xwe de bal kişande ser serkeftinên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet rizgarkirina Hesekê û got ku YNK bi Rojava re peywendiyek baş heye û li kêleka wan cih digire.
 
Wezîra rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid jî sipasiya piştgiriya YNK’ê kir û destnîşan kir ku divê peywendiyên rewşenbîrî û çandî yên di navbera beşên din ê Kurdistanê bi taybet di navbera Başûr û Rojava de zêdetir bibe.
 
Nûnerê Kantonên Rojava Şêrzad Êzidî jî di hevdîtinê de axivî û dazanîn ku helwesta YNK’ê li hember şoreşa Rojava helwestek rêgezî, siyasî û netewî ye.

PUKmedia / RojNews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket