Çalakiyên HPG`ê li hember artêşa Tirkiyê berdewam dikin

kurdistani 05:21 PM - 2015-08-04
Çalakiyên HPG`ê li hember artêşa Tirkiyê berdewam dikin

Çalakiyên HPG`ê li hember artêşa Tirkiyê berdewam dikin

Navenda ragihandina HPG`ê di daxuyaniyekê de diyar kir ku tevgera hewayî ya artêşa Tirkiyê li dijî herêmên Gerîla berdewam dike. HPG`ê dazanîn ku li hember êrişên artêşa Tirkiyê Gerîlayên wan bi çalakiyan bersiv dan artêşa Tirkiyê û wiha got:
Amed
“Roja 31’ê Tîrmehê saet di 21:30’an de gerîlayên me li hemberî nîzamiyeya li Şaxa Midûriyeta Polîsan a li taxa Rezan a Amedê çalakiyekî pêk anîne. Di derbarê mirî û birîndarên vê çalakiyê de agahiyekîî zelal nehat bidestxistin.
Roja 3’yê Tebaxê di saet 22:00’an de gerîlayên me li hember nêzîkî 15 tîmên taybet ên qereqola li navenda navçeya Pasûr a Amedê çalakiyeke bi çekên giran û ferdî pêk anîne. Di derbarê mirî û birîndarên vê çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Roja 3’ê Tebaxê saet di 19:15’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Milika ya girêdayî navçeya Pasûr a Amedê çalakiyeke li darxistine û 2 leşker hatine kuştin.
Roja 3’yê Tebaxê saet di 19:00’an de gerîlayên me li navçeya Farqîn a Amedê li hemberî leşkerên parastina bendavê dikirin çalakiyeke li darxistine. Di vê çalakiyê de leşkerên di hindirê konteyner û kûlubeyê de hatine hedefgirtin û hatine îmhakirin. 4 leşkerên di kûlubeyê de hatine kuştin.
Li Wanê:
Roja 4’ê Tebaxê saet 05:20’an gerîlayên me li hemberî qereqola Kisimli ya girêdayî navçeya Elbax a Wanê çalakiyeke sûîqestê pêk anîne û di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Li Çewlikê
Roja 3’yê Tebaxê di navbera saet 18:00 – 19:00’an de gerîlayên me rêyên di navbera Darahênê ya Çewlikê û Selvê de girtine. Li vir di derbarê pêvajoyê de ji gel re agahdarkirin hatine çêkirin.
Li Serhedê
Roja 3’yê Tebaxê saet di 17:00’an de gerîlayên me rêyên di navbera Ebex a Wanê û Bazîd a Agiriyê girtine. Gerîlayên me li vir wesayîtekî dewletê şewitandine.
Ev demeke rêya di navbera Îdir- Qaqizmanê de di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Ev 5 rojin rêya di navbera Dêrsim – Erzincan’ê di bin kontrola gerîlayên me de ye.

Roja 2’yê Tebaxê saet di 23:00’an de gerîlayên me li hemberî kûlubeyên nobeta nexweşxaneya leşkerî ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê çalakiyeke li darxistine. Di vê çalakiyê de çawişeke pispor hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li taxê operasyon daye destpêkirin lê piştre operasyon bêyî ku encam bigire paşve vekişiyaye.

Roja 3’yê Tebaxê gerîlayên me di saet 07:30’an de li ser rêya Bedlîs – Xana Hewêl dema derbazbûna wesayîtên zirxî de çalakiyeke sabotajê pêk anînen. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî hatiye derbkirin.

Roja 3’yê Tebaxê saet di 04:00’an de artêşa Tirk bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov li hemberî gundê Hasanpaşa û herêmên Kaniya Masiya û Kanê Gorkê yên dewrûbera gund a girêdayî navçeya Melezgir a bajarê Mûşê operasyon daye destpêkirin. Artêşa Tirk di vê operasyona ku ti encam jê negirtî de gelê sivîl ê herêmê binçav dike.

Roja 3’yê Tebaxê saet di 12:30’an de gerîlayên me di herêma navbera navçeya Bazîd a Agirî û Wanê de li hemberî helîkoptere Skorsky çalakiyeke li darxistin û gerîlayên me bi çekên giran helîkopter bi awayekî bandor xistine. Li ser vê yekê helîkoptera Skorsky neçar maye ku paşde vekişe.
Roja 4’ê Tebaxê saet di 01:00’an de gerîlayên me li hemberî xeta gaza xwezayî ya li navçeya Qamûşan a Qersê çalakiyekî sabotajê li darxistine.
Li Colemêrgê
Roja 3’yê Tebaxê saet di 06:00’an de gerîlayên me li hemberî pira li herêma Mehendê ya ku li ser rêya diçe qereqola Bêzelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyekî sabotajê li darxistine û pir hatiye îmhakirin. Heya niha rêya di navbera Gevrê Civiyan û Bêzelê de di kontrola gerîlayên me de dimîne.
 
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket