Şêrko Bêkes... du sal di ser koça wî ya dawî re derbas bûn
kurdistani 04:39 PM - 2015-08-04Şêrko Bêkes... du sal di ser koça wî ya dawî re derbas bûn
Bi boneya borîna du salan bi ser koça dawî ya helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes, îro li Silêmaniyê dê merasîm û çalakî li ser gora Bêkes li Parka Azadî were lidarxistin.
Endama encûmena dezgeha çap û weşandinê ya bi ser PUKmedia`yê Dana Ehmed diyar kir ku biryar e ku îro demjimêr 6ê êvarê li ser gora helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes bi boneya borîna 2 salan bi ser koça dawî yaw î, merasîm were lidarxistin.
Dana Ehmed her wiha anî ziman ku di merasîmê de wê gotara dezgeha çap û weşandinê were xwendin, her wiha dê çend parçe ji helbestên Bêkes jî ji aliyê hunermend Şwan Etûf werin bilêvkirin.
Ehmed di berdewama axaftina xwe de xuya kir ku bi sedema qeyrana darayî û aborî û nebûna pêwîstiyan, ew nikarin merasîmên mezin wek salên çûyî lidar bixin, lê belê ew hemû dost û heval û alîgirên Şêrko Bêkes agahdar dikin ku beşdarî merasîmê bibin.
Kurtenivîsek li ser jiyana Şêrko Bêkes:
Di 2ê gulana 1940î de li taxa Goyjeya Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê helbestvanê navdar Faiq (Fayeq) Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye.
Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Li Bexdayê zanîngeh jî qedandiye û kitêba xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968an de çap kiriye. Di sala 1969an de pirtûka wî ya duyem jî derxistiye.
Bêkes, di hevpeyvîneke ligel nivîskar Mehmed Uzun de got ku, ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin.
Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî.
Di serê sala 1970î de di nava tevgera "Ruwange" de cîh digire. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyeke nû vedike û helbesta nûjen derdikeve holê. Bi vê beyannameyê di her hêlê de bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî nivîskar û helbestvanên kurd Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kakemem Botanî kovareke bi navê Rwanya derxistin.
Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an, hikûmeta Îraqê Bêkes şand sirgunê, bo başûrê Îraqê, bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Di 1979an de Bêkes vedigere Silêmaniyê.
Şêrko Bêkes di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû, careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û dibe pêşmerge. Di 1986an de ber bi derveyî welêt wek penaber çûÎtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî.
Di 1991/1992an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wekîlê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê wî îstifa kir û vegeriya Swêdê.
Di sala 1998an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz dike û Bêkes dibe serokê dezgeh.
Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîv hatibû dermankirin, di 4ê tebaxa 2013an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çûye ber dilovaniya Xwedê. Helbestvanê mezin yê Kurd ku di 73 saliya temenê xwe de bû, li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
03:12 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23