Gotara Komîteya Amadekar ya Kongireya şaxa HRRK`ê ya Başûr
kurdistani 03:17 PM - 2015-08-04Rojnamevan Hozan Efrînî
Gotara Komîteya Amadekar ya Kongireya şaxa HRRK`ê ya Başûr ji aliyê endamê komîteyê Hozan Efrînî ve hat pêşkêş kirin û ev ê li xwerê naveroka wê ye;
Amadevanên hêja....
Silav û rêz...
Em bi navê komîteya amadekar ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, bi xêrhatina hemû endam û mêvanên rûmetê yên yekemîn konferansa (HRRK)`ê dikin.
Her weha em bi germî bi xêrhatina şandeya mêvanê rûmrtê ya ku ji aliyê ragihandina wezareta berevaniya Emerîkayê ve amadeyî konferansa me bûn jî dikin.
Ji bo ew alî û rêxistinên ku hevkariya me yê madî û manewî kirine, em di serî de, spasiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê û Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî dikin ku bi awayekî aktîvene ligel me alîkar û hevkar bûn. Her weha hemû part û rêxistinên din yên ku bi me re hevsoz û alîkar bûn ji bona bi serxistina vê pêngava pîroz.
Xwîşk û birayên hêja..
Wek hûn dizanin ku îro em li paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê bi hev re ne, ji ber ku Silêmanî bi awayekî fermi wek paytexta Rewşenbîrî ya Herêmê hatiye destnîşankirin, lewre jî, me biryar da ku lidarxistina yekemîn kongireya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê be.
Li gorî biryarên kongireya HRRK`ê ya Ewropayê kongreyek li Bakur ku parsal pêkhat û nûneretiya xwe avakir û yek li Başûr ku îro destpêkir û wê nûneretiya xwe ava bike û ya giştî û serekî jî wê li Rojavayê Kurdistanê be.
Ji bo amadekirina kongireya şaxê Başûr, bi hevrêziya ligel Rêveberiya Ewropayê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê, me li bajarê Silêmaniyê yekemîn civîna pilansaziyê, di roja 6-7-2014`an de lidarxist û tê de komîteya amadekar damezrand û pilansaziya xebatê kir, piştre jî, me dest bi xebata amadekariyê kir û ligel dost û biraderên rojnamevan û nivîskar ketin peywendiyan, îro jî ew pêngav û xebat bi cî hat.
Navên Endamên komîteya Amadekar;
1-Hisên Feqê
2-Hozan Efrînî
3-Fethulah Huseynî
4-Hoşeng Derwîş
5-Şêrwan Qasim
6-Nalîn Kobanê
7-Ferhad Xelîl
8-Mesûd Xelef
9-Azad Heme
10-Samî Dawud
11-Nedîm Ado
12-Elî Ehmed
Em careke din bi navê komîteya amadekar spasiya hemû aliyên alîkar û hevkar dikin û serkeftin ji doza gelê me ya rewa re.
Komîteya Amadekar ya kongireyaŞaxa Başûr a HRRK`ê.
1-8-2015
Silêmanî
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18