Li Sûriyê balafireke cengî bi ser bazarekê de kete xwarê

kurdistani 03:24 PM - 2015-08-03
Li Sûriyê balafireke cengî bi ser bazarekê de kete xwarê

Li Sûriyê balafireke cengî bi ser bazarekê de kete xwarê

Li parêzgeha Idlib ya Sûriyê di encama ketina balafirekê nav bazarê de gelek welatiyan jiyana xwe jidest da.

Li gorî agahiyan, îro sêşemê danê sibê balafireke cengî ya artêşa Sûriyê gava ku bajarê Erîha ya parêzgeha Idlibê bombebaran dikir, kete xwarê û û bû sedema teqîneke mezin ku têde hejmarek welatiyên ku diçûn ser karê xwe, jiyana xwe jidest dan û ziyaneke mezin jî gihişe avahiyan. Her wiha hate gotin ku gelek welatî jî di bin avahiyên hilweşî de mane.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan jî, hejmara welatiyên sivîl ên di êrişa wê balafirê tevî ketina wê de mirine, gihişte 17 kesan, 70 jî birîndar bûne.
Rewangehê da zanîn ku çarenivîsa kesê ku ew balafir dajot, hê nehatiye diyarkirin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket