Heyder Ebadî: PKK`ê li Tirkiyê ye, ne li Êraqê

kurdistani 01:45 PM - 2015-08-03
Heyder Ebadî: PKK`ê li Tirkiyê ye, ne li Êraqê

Heyder Ebadî: PKK`ê li Tirkiyê ye, ne li Êraqê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî êrîşên li ser axa Êraqê şermezar kir û got: “Çekdarên PKK’ê li ser axa Tirkiye yê ne, ne li ser axa Êraqê. Çima Tirkiye axa xwe bombebaran nake.”

Serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî duh di civîna ligel parêzgar û serokên civatên parêzgehên Êraqê de axivî û êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ya li ser xelkê sivîl rexne kir. Ebadî bal kişand ser êrîşên li ser gerîlayên HPG’ê û wiha got: “Gerîlayên PKK’ê ne li ser axa Êraqê ne. Li ser axa Tirkiyeyê ne, çima Tirkiye li ser axa xwe bombebaranê nake. Gelek sosret e ku Tirkiye axa Êraqê di bin navê şerê li hember PKK’ê de bombebaran dike. Lê PKK di nav axa Tirkiyeyê de ne.”

Serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî got: “Em keyfxweş in ku Tirkiye beşdarî şerê terorîstên DAIŞ’ê dibe. Lê eger bi rastî wisa be. Lê nabe welatek cîran ji bo yekalîkirina pirsgirêkên navxweyî axa cîranê xwe bikar bîne.''

PUKmedia / Azadiya Welat           

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket