Konfiransa HRRK`ê li Silêmaniyê bi dawî bû

kurdistani 10:15 AM - 2015-08-03
Konfiransa HRRK`ê li Silêmaniyê bi dawî bû

Konfiransa HRRK`ê li Silêmaniyê bi dawî bû

Konfiransa Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê ku roja 1 tebaxê dest pê kir, duh roja yekşemê 2/8/2015 bi dawî bû.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi aramanca damezirandina şaxê hevgirtinê li Başûrê Kurdistanê di rojên 1-2 tebaxê de li bajarê Silêmaniyê konfirans li dar xist.

Di roja diwem û dawîn a Konfiransa HRRK`ê ku li otêla Titanic ya Silêmaniyê hate lidarxistin, pêşî endamên desteya rêveber hatin hilbijartin, deste ji 9 kesan pêk tê û 2 ji wan yesegin û 7 jî sereke ne ku piştî dengdanê ev endam ji bo rêveberiya şaxê Başûrê Kurdistanê hatin hilbijartin:

Endamên sereke...

1-Narîn Dêrikî, berpirsa komîteya çalakvanan ya şaxa Başûrê Kurdistanê ya HRRK`ê.. Kantona Cizîrê

2-Fethulla Husênî, serokê şaxa Başûrê Kurdistanê ya HRRK`ê ya Başûrê Kurdistanê..Kantona Cizîrê

3-Rewşen Qasim, cîgera serokê şaxa Başûrê Kurdistanê ya HRRK`ê.. Kantona Kobanê

4-Mesûd Mîran, cîgirê berpirsê peywendiyên şaxa Başûrê Kurdistanê ya HRRK`ê..Kantona Kobanê

5-Şîraz Heftaro, Parêzera Yasayî ya şaxa Başûrê Kurdistanê ya HRRK`ê... Kantona Efrînê

6-Hecî Efrînî, Berpirsê Darayî yê şaxa HRRK`ê..Kantona Efrînê

7-Hozan Efrînî, Berpirsê peywendiyên şaxa Başûrê Kurdistanê ya HRRK`ê.. Kantona Efrînê

8-Hoşeng Derwîş, berpirsê ragihandina şaxa Başûrê Kurdistanê ya HRRK`ê..Kantona Cizîrê

Di rûnîştina diwem de pêşniyar û şîretlêdanên ji aliyê endaman ve hatin pêşkêşkirin. Piştre di rûniştina dawî  de forma dawî ya beyannameya bidawîkirinê, ango encamnameya konfiransê hate xwendin.

Bi vî awayî konfirans bi dawî hat û piştre konfiranseke rojnamevanî hate lidarxistin, tê de endamên desteya rêveber û nûnertiya HRRK`ê li Ewripayê encamnameya konfiransê bi herdû zimanên Kurdî û Erebî xwendin.

Encamnameya Konfiransê ku PUKmedia wêneyek jê wergirt wiha ye:

Encamnameya Konferansa Silêmaniyê ya hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK
Di 1û 2ê tebaxa 2015an de li Silêmaniyê, li bin navê „Rojava qiblegeha hest û helwestane“, konferansa damezirandina şaxê HRRK li Başûrê Kurdistanê, bi amadebûna rewşenbîrên rojava yên ku li hersê parêzgehên herêmê „Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê“dimînin, hate lidarxistin.
Di rûniştinên konferansê de bi awayekî berfireh li ser karûbarê rewşenbîriya kurdî hat rawestandin, herweha li ser şêweyê pêşdebirina çanda kurdî hat gotûbêjkirin. Herwisa gotûbêj li ser awayê pêşxistina karê sazî û dezgehên kurdî hatin kirin bi şêweyekî ku hevgirtin bi berpirsiyariyên xwe rabe û rola xwe ya berhemdar di warê dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî de bilîze.

Li ser asta siyasî beşdarên konferansê behsa hestiyariya rewşa siyasî li rojavayê kurdistanê kirin û doz li hêzên siyasî hat kirin ku ji bo xizmeta doza kurdî dîtin û nerînên xwe ji hev nêzîk bikin û layiqî wê berpirsiyariya dîrokî bin ya ku ji wan tê xwestin.

Beşdarên konferansê doza piştgiriyê li hemû dezgehên çandî û siyasî kirin, da ku rê li ber hevgirtina rewşenbîrên rojavayê kurdistanê vekin, ku karê xwe bi temamî derbasî rojavayê Kurdistanê bikin.
Beşdarên konferansê, êrîşên dewleta tirk yên li ser başûr û bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin. Doz hate kirin ku doza kurd bi awayekî aşîtiyane bê çareserkirin.
Herweha doza rawestandina rijandina xwînê û kuştina sivîlan ji hêla aliyên şer ve li Sûriyê hate kirin. Ji bo avakirina Sûriyeyeke demo krat û pirrengî.
Beşdarên konferansê xebata hêzên poarastina gel û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên parastina gel silavkirin, ku bi lehengî rûmeta Kurdistanê diparêzin û li hember êrîşên hêzên terorê yên ku dixwazin kurdan ji holê rakin berxwedaneke mezin dikin.
Biryarên konferansê
1- Kar ji bo vekirina cihekî ji bo hevgirtinê li herêma Kurdistanê
2- Derxistina kovarekê bi navê hevgirtinê
3- xurtkirina pêwendiyan di navbera saziyên çandî yên herêma kurdistanê
4- Amadekirina bibliografiyekê ji bo rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê.
Silêmaniyê
02.08.2015

------------------------------------------

Yekemîn Konfiransa HRRK`ê li Silêmaniyê tê lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê ji bo damezrandina şaxê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li Başûrê Kurdistanê, konfirans hat li darxistin.
 
Îro şemiyê 1/8/2015 di demjimêr 10ê sibê de li Otela Titanic  a Silêmaniyê, yekemîn konfiransa Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê li Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin, piştî konfiransa Amedê ku bi heman armancê şaxê HRRK`ê li Bakur jî hate lidarxistin. Konfiransa Silêmaniyê wê sibe yekşemê jî bidome.

Di konfiransê de hejmarek berpirsên bajarê Silêmaniyê û partiyên siyasî yên Başûr û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistinê, tevî şandeke Wezareta Berevaniya Emerîka û bi dehan rewşenbîr, beşdar bûn.

Dr. Aso Ferîdûn Parêzgerê Silêmaniyê, Adil Murad Sekreterê Encûmena Navendî yê YNK’ê, Nûnerên Tevgera Goran, Tevgera Azadiya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Ayînde, Xerîb Hiso nûnerê PYD’ê li Başûr, Bêrîvan Xalid Wezîra Çandê ya Kantona Cizîrê, Nûnerên Sendîkaya Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê, nûnertiya Berevaniya Emerîka û hejmarek mezin ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewripa û Bakur û Başûrê Kurdistanê hemû beşdarî va konfiransê bûn.

Endamê Komîteya Amadekar ê Konfiransê rojnamevan Hozan Efrînî axivtina destpêkirinê kir û bi xêrhatina hemû beşdarbûnên konferansê kir.
 
Piştre Parêzgerê Silêmaniyê Dr. Aso Ferîdûn axivî. Ferîdûn beşdarbûnên konferansê silav kir û wiha got: “Îro xewnên gelê Kurd pêktên, Pêşmerege êdî ji Başûrê Kurdistanê diçin li Rojavayê Kurdistanê şehîd dibin û şervanên Rojavayê Kurdistanê tên li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê şehîd dibin. Tekoşînê didin meşandin, ev xewna bi salan ya bapirên me bû.
 
Piştî  axavtina Parêzgerê Silêmaniyê, Sekreterê Encûmena Navendî ya YNK’ê Adil Murad axivî û diyar kir ku Kurdistan mala hemû Kurdan e, mafê ti kesî tune ye ku  bêje ji axa Kurdistanê.

Murad aşkire kir ku îro pêşmerge û şervan û gerîla li her deverên Kurdistanê di yek eniyê de dicengin û mil bi milê hevin, ji Efrînê ta Xaneqîn û Kerkûk û Şengalê her yek helwest û yek xebatin û ne ji mafê ti kes û aliyan e ku bibêjin hûn mêvanin an jî ji vir derkevin.

Di berdewamiya axiftina xwe de, Sekreterê Encûmena Navendî ya YNK’ê derbarê komkujiya ku firokeyên rêjîma Tirkiyê li dijî kurdên sivîl li Qendîlê encam da ye got; Hikûmeta Tirkiyê ji rastiya aştî û proseya aştiyê gelek dûrketiye û rê li pêş diyalogan digre û vê sibê li binara Qendîlê dest bi komkujiyeke ne mirovane li dijî gelê me yê sivîl kir û em bi tundî şermezar dikin.

Murad dibêje ku ew êrişên Tirkiyê dike ne li dijî hêzên leşkerî yên PKK`ê ye, lê ew li dijî xelkên sivîl in  ji ber ku ew cihên ku tên bombebaran kirin ne yê gerîlayên PKK`ê ne û her çiqas ku PKK`ê aştî xwestr, lê diyare ku Tirkiyê naxwaze.

Di gotara xwe de di derbarê dewleta Kurdî de, Adil Murad got; Dewleta Kurdî bi hevrêzî û yekhelwestî û hevxebata nîştimanî dibe ne bi kolandina xendek û dirûşman dibe.

Di dawiya axiftina xwe de, Murad amadebûna YNK`ê ji bo her alîkarî û hevkariyeke ji bo Rojavayê Kurdistanê û ji bo Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dupat kir û serkeftin ji kar û xebata HRRK `ê re xwest.
 
Berdevkê Ragihandina HRRK’ê Helîm Yûsiv jî derbarê armanca li darxisitina konfiransê axivî û got: “Armanca yekem ya konfiransê xwe bi rêxistin kirin e. Li ser asta xwe birêxistinkirinê me xwest em li Herêma Kurdistanê şaxeke HRRK’ê vekin, emê di va konferansê de li ser vê yekê rawestin û rêveberiya wê diyar bikin. Ev biryar di Kongireya 4’emîn a li Ewripayê hat dayîn. Wê endamên me tenê ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ne pêk werin. Asta dûyemîn jî li ser asta rewşenbîrî ye, em dixwazin asta rewşenbîrî derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber ku ev hevgirtina me di sala 2004’an de piştî serhildana Qamişlo li Ewropa hat damezrandin.Di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê rê ji her kesê ku dixwaze karê rewşenbîrî bike re hatiye vekirin. Ji ber vê yekê jî me pêwîste ne dît em karê xwe êdî ji derve bikin. Ji ber vê yekê ji armanca me ewe em kongreya xwe ya 5’emîn li ser axa Rojavayê Kurdistanê pêkbînin.”
 
Nûnerê Pariya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Xerîb Hiso jî gotina xwe pêşkêş kir, piştre nûnerê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Aso Selîm, Wezîra Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid û Nûnerê Sendîkaya Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê Karwan Enwer gotarên xwe pêşkêşî konfiransê kirin.
 
Piştî axaftinan konfiransê dest bi rûniştina xwe yê girtî kir, û wê sibe jî beşa diwem û dawî bi rêve bibe û wê encamnameya konfiransê bi giştî were diyar kirin.

Raport û wêne; Egîd Hesen


 PUKmedia-Silêmanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket