Li Silêmaniyê banga rizgarkirina Şengalê hate kirin

kurdistani 08:13 PM - 2015-08-02
Li Silêmaniyê banga rizgarkirina Şengalê hate kirin

Li Silêmaniyê banga rizgarkirina Şengalê hate kirin

Li Silêmaniyê ji bo yekemîn salvegera kareseta Şengalê û şermezarkirina bombebaranên balafirên Tirkiyê li dijî Herêma Kurdistanê xwepêşandan birêve çû, têde banga azadkirina Şengaliyan û lêpirsîna ketina Şengalê dest DAIŞ`ê hate kirin.

Îro 2/8/2015 danê êvarê bi amadebûna hejmareke mezin ji welatiyên bajarê Silêmaniyê û Tevgera Azadî ya Ciwanên Kurdistan yekemîn salvegera dagirkirina Şengalê xwepêşandan li devera Baxê Giştî hate lidarxistin têde banga rizgarkirina Şengalê jidestê DAIŞ`ê hate kirin û komkujiya gunê Zergelê ya Qendîlê û şehîdkirina welatiyên sivîl û bê guneh hate şermezarkirin. Her wiha bang li Civaka Navnetewî û rêxistinên mafê mirovan jî hate kirin jib o bêne deng û hrwesta cîhanê jî li henber van êrişan hebe.

Xwepêşandêran her wiha bang kirin ku keç û jinên Êzîdî ji destê çeteyên DAIŞ`ê werin azadkirin û di zûtirîn dem de Şengal were rizgarkirin.

Cihê bibîrxistinê ye ku berya salekê di 3 meha tebaxê de rêxistina terorê ya DAIŞ`ê êrişeke hovane bire ser herêma Şengalê û bi hezaran welatiyên Êzîdî li wir şehîd kirin û hejmareke mezin ji keç û jinên Êzîdî jî revandin û di bazaran de anîn firotin, heya niha jî hê hejmarek mezin ji wan keç û jinan di destê DAIŞ`ê de ne ku rastî hemû şêweyên îşkence, tevî firotinê tên.

PUKmedia / Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket