Qurbaniyên komkujiya Kobanê di 40 rojiya xwe de hatin bi bîr anîn
kurdistani 07:44 PM - 2015-08-02Qurbaniyên komkujiya Kobanê di 40 rojiya xwe de hatin bi bîr anîn
Xizmên şehîdên Komkujiya Kobanê tevî welatiyên Kobanê li goristana Şehîdên Komkujiya 25`ê Hizêranê, qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.
Îro di seatên serê sibehê de, xizmên şehîdên Komkujiya Kobanê tevî welatiyên herêmê û gelek şande ji hemû Saziyên Civaka Sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Kobanê di 40 rojiya şehadeta wan de berê xwe dan goristana şehîdên Komkujiya 25`ê Hizêranê.
Xizmên şehîdan bi deqeyeke rêzgirtin û xwendina fatîheyê dihatin ser goran. Gor av didan û gul li wir diçandin. Her wiha mîna di rêûresmên bîranîna 40 rojiyê welatiyan qurana pîroz li ser goran dixwendin û şekir û şîranî ji bo ruhê şehîdên xwe belav dikirin.
Di seat 09.15`an de şandeyek ji Saziya Malbatên Şehîdan tevî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat serdana goristanê. Li vir wan merasîma xwe bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê şandeyê Eyşe Efendî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Efendî wisa axivî: “Em bejna xwe li ber şehîdên Kurdistanê û bi taybet şehîdên komkujiya 25`ê Hizêranê ditewînin. Weke rêveberiya qada civakî ya Kobanê em di hizûra we de rexnedayîna xwe didin. Weke ku tu carî di dîroka Kurdistanê de nebû, îcar di tolhildana şehîdên vê komkujiyê de tolhildana wan hat rakirin û hîna jî dewam dike. Ew bûn şanek ji şanên serkeftina berxwedana Kobanê.”
Efendî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya erka xweparastinê û wisa pê de çû: “Em tu carî şehîdên wê komkujiyê ji bîr nakin. Ji bo wê divê ku dersa me ji wê komkujiyê girtiyê di girîngiya xweparastinê de em bi cidî pêk bînin. Me her bang dikir ku gelo di serî de parastin, parastin û parastin. Îro jî dîsa em dubare dikin ji bo em xwe ji dijminên xwe DAIŞ û hevkarên DAIŞ`ê yên îro li Kobanê, Pirsûs, Qendîl û her deverên din ên kurdistanê komkujî pêk tînin û tînin biparêzin divê dîsa parastin bê xurtkirin. Car din jî dibêjim parastin, parastin û parastin.”
Piştî Eyşe Efendî, şande ji Kobanê bi rê ket û berê xwe da gundê Berxbotanê ji bo li wir jî tevlî merasîma bîranîna şehîdên Komkujiyê bibin.
Hêjayê bîrxistinê, di 25`ê Hizêranê ji ber êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê ya li ser herêma Kobanê ku têde bi taybet welatiyên sivîl hatin hedefgirtin û şehîdxistin 252 welatiyên sivîl 28 di nav de li gundê Berxbotanê û yên din li navenda bajarê Kobanê şehîd bûn.
PUKmedia / ANHA
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25