Tirkiyê: Di êrişa Qendîlê de ne gund, ne jî sivîl hene

kurdistani 07:01 PM - 2015-08-02
Tirkiyê: Di êrişa Qendîlê de ne gund, ne jî sivîl hene

Tirkiyê: Di êrişa Qendîlê de ne gund, ne jî sivîl hene

Sererkaniya Artêşa Tirkiyê derbarê operesyonên li dijî gudê Zergelê ya Herêma Kurdistanê de daxuyanî da.

Sererkaniya Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cihê balafiran lê xistiye, ne gund e, qada ''terorîstên rêxistina terorê ya cudaxwaz e'', her wiha got ku di nav qada ku hatiye bombebarankirin de hat tesbîtkirin ku malên sivîlan tune ne.

Artêşa Tirkiyê piştî rojekê ji bombebarankirina gundê Zergelê ya herêma Qendîlê wek bersivdayîna ku 'li gorî Tirkiyê' îdiaya hin saziyên çapemeniyê ku di operasyonê de gundek hatiye bombebarankirin, sivîl hatine kuştin, ev daxuyanî da.

Di êrişa ku duh şemiyê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê li dijî gundê Zergelê bi hinceta ev der ne gund e û cihê Gerîlayên PKK`ê ye pêk hat, 9 kesên sivîl bê cûdahî şehîd ketin û 15 jî birîndar bûn. Her wiha ziyanek mezin gihişte mal û milkê  welatiyan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket