YPG`ê bîlançoya şerê Hesekê eşkere kir

kurdistani 05:07 PM - 2015-08-02
YPG`ê bîlançoya şerê Hesekê eşkere kir

YPG`ê bîlançoya şerê Hesekê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPG’ê pîlançoya şer û çevçûnên Heskê daxuyaniye çapemeniyê lidar xist û got ku di pevçûnên ku 36 rojan dom kiriye de 386 çete hatine kuştin, her wiha hêzn YPG’ê dest danîn ser gelek çek û cebilxane dinava de 6 teng hene. Fermandariyê destnîşan kir ku di pevçûnan de 21 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan.
Di civînê de Fermandara YPG/YPJ’ê Ezame Denîz axivî û ev tişt got: ̎Di destpêkê êrîşên komên çete ku di 24’ê hizêranê li ser Hesekê hate kirin. Êrîş li ser herêmên di bin destê rêjîma Sûriyê de pêk hatin. Êrîş destpêkê li başûrê Hesekê li dijî gundên Aliya û Meqbera, her wiha şîrketa Xezil pêk hat. Çeteyan dest danîn ser wan navendên ku berê di bin destê hêzên rêjîmê de bûn. Çete paşê ketin taxa Nşwa Rojhilat û Neşwa Rojava, Xêran, Ezîziyê û Vêlatê Sor. Em dikarin bibêjin ku bajar ji aliyê Çerxeriya Basil ve hate dorpêçkirin.
Piştî ku hêzên rêjîmê xwe kişandin, çete nêzî herêmên di bin serweriya YPG’ê de bûn. Li ser daxwaza gelê herêmê bi hemû pêkahateyên wê û bi taybet pêkahteyên ereb ku hêzên me berisva çeteyan bidin û wan ji bajar derbixin. Fermandariya YPG’ê erênî bersv da gelê bajar û hemele li dijî çeteyan dan destpêkirin.
Hemeleya rizgarkirina bajar di 3 qonaxan de pêk hat. Qonaxa yekemm bi rizgarkirina taxa Ezîziyê û Xezil, her wiha gundên derdora wê, her wiha xeta di navbera Çemê Xabûr û Çiyayê Kokeb, her wiha gundên Ub El-Şok, Felaha û Humir ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Qonaxa duyemîn jî hêzn me çete kirin çemberê û riyên ku çeteyan bi kar tanîn girtin. Di vê qonaxê de hêzn me Dibistana Ajokarî, Pira Ebyed, Girtîgaha Zarokan, Navenda Ceyranê, gundên Aliya, El-Meqbera, Recman, Vêlatê Sor û  Şirketa Keviran ji çeteyan paqij kirin.
Di qonaxa sêyemîn de jî hêzên me dest bi hemleya rizgarkirina taxan kirin.  Hêzên me taxa Neşwa Rojava,Rojhilat û Zangîngeha Zanistî, Nexweşxaneya Zarokan, Stadyoma û taxa Zihûr, her wiha Resafê hatin rizgarkirin. Rizgarkirin bi alîkariya hêzên Asayîşê û hêzên parastina cewherî pêk hat.
Derbarê pîlançoya şerê 36 rojan Enîz ev tişt anî ziman: ̎Hêzên me di şerê 36 rojan de 386 çete kuştin. Cenazeyên 117 çeteyan ket destê hêzên me. Di hemeleya me de hejmarerk serçete hatin kuştin, di nav wan de waliyê Hesekê û Waliyê Dêra Zorê jî hebûn. Hêzên me dest danîn ser 338 kilş, 20 BKC, 17 ARC, 116 topên ARC, 76 bombeyên destan, 32 bombekşin(tivingên nêçîrê), 6 dimançe, 4 M16, 2 qernas, 2 çekên Ozî, bi dehan bombe û mayîn, gelek guleyên kilêşêm, her wiha gelek cebilxanyên cûda ku dûrbîneke şevê jî di nava de, 1 hawan, 2 hawarnê 60, 6 tang, 2 panzêr, 18 tirmpêlên leşkerî, topek, kamyonek, 7 diçkayên 12.5, doçkayek 14.5 û motorskilêtek destser kirin.
Denîz di berdewama axaftina xwe de got ku di hemleyê de 21 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan û wiha dom kir: ̎Em spasiya gelê xwe yê Hesekê dikin ku pştgiriya menewî dan hêzên me, her wiha em spasiya hemû hemû hêzên di hemleyê de pişgiriya me kirin ji wan hêzên Asyayîşê, Senadîd, hêzên parstina cewherî, hêzên erka xweparstinê dikin. Hêzên behsa mijarê roleke mezin di şerê li dijî çeteyan de lîstin. Her wiha em spasiya balafirên havpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê ku bi hêzên me re di nava kordîneyê de bûn û baargehên çeteyan hedef giritin, dikin.̎
Denîz destnîşan kir ku hêzên wan li ser daxwaza hemû pêkhateyên bajarê Hesekê dest bi hemeleya rizgarkirina bajar kirin û bajar ji çeteyan rizgar kirin û got: ̎Ev yek nîşa girîdana çeteyan di berxwedana li dijî çeteyan nîşan dide. Her wiha baweriya wan bi hêzên me hat ku dê wan ji kiryarên çeteyan rizgar bikin.̎
Denîz, da zanîn ku dê Hesekê bibe mîna Sûriyeya biçûk û dê bibe mînaka jiyana hevbeş û biratiya gelan û got: ̎Em soz didin gelê xwe ku em bi hemû hêza xwe ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin.̎

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket