Mela Bextiyar: Kes bezandina sînorên ezmanî û zemînî bi vî awayî qebûl nake

kurdistani 04:10 PM - 2015-08-02
Mela Bextiyar: Kes bezandina sînorên ezmanî û zemînî bi vî awayî qebûl nake

Mela Bextiyar: Kes bezandina sînorên ezmanî û zemînî bi vî awayî qebûl nake

Duh şemiyê 1-8-2015 di çarçoveya civîna wî digel komeleya Giznigî Kurdistan de, Mela Bextiyar bal kişand ser bûyera ku duh sibehê li gundê Zargêlî qewimî bû û serxweşî arasteyî malbatên qurbaniyan kir, ragihand jî, bi tundî bombebaranên Tirkiyê şermezar dikin û welatiyên sivîl çi guneheka wan nîne.

Berpirsê desteya kargêrî ya mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar got:

''Ew bûyer cihê dilgiraniyê ye li cem Yekîtî, ku bû sedema şehîdbûna 8 welatiyan û 10 birîndaran, ku 5 ji wan şehîdan endamên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ne, binavên ( Karox Heme Emîn, Salih Resûl, Heybet Resûl, Qadir Ebû Bekir, Ayşe Ehmed Mistefa) û bi  tundî nerazîbûna xwe li himberî wê bûyerê nîşandidin, çunkî ne çi yasayeka Navdewletî û ne yasayeka Mirovî, ne peywendiyên dostane û cîrantiyê, bezandina sînorên asmanî û zemînî qebûl dikin ku karesatên wisa lêdikevin.''
 
Eşkere jî kir, ku Yekîtî li ser siyaseta xwe berdewame, Yekîtî ligel vê yekê deye, ku ne Tirkiya liser bombebaranan berdewam be û ne PKK jî şer rabigihîne, belkî dirêjî bi danûstandinan bidin, heta ku xebata medenî û sivîlane û yasayî pêşkeve.
 
Anî ziman jî, ku di dema serdana şanda wezareta derveya Tirkiyê de, me ji wê şandê re got, bombebaranên xwe liser navçeyên Herêma Kurdistanê rawestînin û di beramber de dirêjî bidin danûstandinan û Pêvajoya Çareseriyê pêşxin.
 
Berpirsê desteya kargêrî amaje bo çareseriya kêşeyên yasayî û siyasî yên Herêmê kir û ragihand, pêwîste bi lihevkirina rasteqîne bêne çareserkirin.
 
Herweha balkişand ser peywendî û gotûbêjên Partiyan û ragihand, Yekîtî lihevkirineka rasteqîne dixwaze, mû`amera li çi aliyekî nakin û ligel çi aliyekî lidijî aliyekî din rêknakevin.
 
Mela Bextiyar got: çawa 30 Hezêranê bi dawî bû, biheman şêwe, rêkeftina du alî ligel çi aliyekî lidijî aliyekî din nakin.
 
Hêvî jî xwest ku hemû alî bigihên lihevkirineka rasteqîne.
 
Sebaret bi peywendiyên Yekîtî û Goran jî ,ragihand, Zêdetir ji salekêye navbera Yekîtî û Goran gotûbêj hene û digihên rêketina siyasî.
 
Di wê barê de, ronahî xist ser zanyariyan , ku herdu alî bo wê armancê lijneya rêketina siyasî destnîşan kirine.
 
Got: lijneya Yekîtî ji her yek ji heval ( Hakim Qadir Hemecan, Rifet Ebdula, Ferîd Eseserd) û lijneya Goran ji her yek ji ( Osman Hacî Mehmûd, Mihemed Tewfîq, Omer Seyid Elî ) pêk tê.
 
Hêvî jî xwest, ku bi zûtirîn dem gelalenameyek amade bibe û serencam peywendiyên Yekîtî û Goran bigihên qonaxekê, ku qonaxa pirsgirêk û kêşeyên bihurî ku gelek ziyan gihandiye her du aliyan, bi dawî bîne û rê û şûnên nû bo peywendiyên nakok yên her du aliyan bêne dîtin û erkên hevbeş derbarê demokrasiyê de derbas bikin û ew deskeft bibe deskefteka mezin bo demokrasî û gorankariyê.

PUKmedia / PUKpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket