Tirkiyê navên çekdarên ku Emerîka perwede kirine da El-Nusra

kurdistani 08:38 PM - 2015-08-01
Tirkiyê navên çekdarên ku Emerîka perwede kirine da El-Nusra

Tirkiyê navên çekdarên ku Emerîka perwede kirine da El-Nusra

Fermandarekî Artêşa Azad ku ne xwest navê xwe eşker bike diyar kir ku dewleta Tirkiyê navên çekdarên opozisyona Sûriyê ku ji aliyê Emerîka ve hatin perwedekirin radestî çeteyên El-Nursa kirin. Heman fermandarî destnîşan kir El-Nusra 2 jê fermandar bi giştî 18 çekdar ji wan girtin.

Fermandarekî Artêşa Azad nexwest navê xwe eşkere bike ji ANHA’yê re got ku dewleta Tirkiyê navê çekdarên opozisyona Sûriyê ku ji aliyê Emerîka ve hatin perwedekirin û li Ezazê hatin bi cihkirin da ku şerê DAIŞ’ê bikin, radestî çeteyên El-Nusra kirine. Heman fermandarî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê hemû agahiyên derbarên çekdaran, perwedeya dîtine û wêneyên wan jî radestî El-Nusra kirine û wiha got: ̎Cebhet El-Nusra ji tugaya tevgerî ya 30’yî girtine fermandarê tugayê Nedîm Hesen û fermandarê bi navê Ferhan El-Casim û 16 çekdarên din girtine. Girtina wan piştî derbasî herêma Ezazê bûne pêk hatiye.̎

Heman çavkanî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê bi çeteyên El-Nusra îtfaq kiriye ku li dijî siyasetên Emerîka ya li Sûriyê derkevin û ji ber vê yekê lîsteya navê hemû çekdarên opozisyona Sûriyê ku Emerîka radestî El-Nusra kirine, da ku bêne girtin dema derbasî Sûriyê bibin.

Di demên dawî de raporên hatin weşandin dibêjin ku Emrîka 60 çekdar ji Opozisyona Sûriyê perwerde kiriye.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket