Bi wêne: hejmara şehîdên Zergele gihişte 9 kesan

kurdistani 06:26 PM - 2015-08-01
Bi wêne: hejmara şehîdên Zergele gihişte 9 kesan

Bi wêne: hejmara şehîdên Zergele gihişte 9 kesan

Balafirên şer ên Tirkiyê îro danê sibehê gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin. Hêjmara şehîdên komkûjiyê jî gihişt 9 kesan.
 
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirkiyê îro danê sibê di demjimêr derdora 04.00’an gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de heta niha 9 welatiên sivîl şehîd bûne û 15 welatî jî birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Tê gotin ji ber hêjmara zêde ya birîndaran, dibe ku hêjmara şehîdan zêdetir bibe.
Nasnameya 6 welatiyên di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane eşkere bû û hêjmara şehîdan jî gihişt 8’an. 
 Li gor agahdariy;n dawî dawî, nasnameya kesên di komkûjiya gundê Zergele de jiyana xwe ji dest dane wiha ye; Salih Mihemed Emîn, Karox Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Eyşê Xidir, Abdullah Qadir û Necîb Rojhilat. Hê jî nasnameya 2 welatiyên din ên şehîd bûne, nehatiye zelal kirin.
 
Welatiyên di komkûjiyê de birîndar bûne, ji bo nexweşxaneya Soran û Hewlêrê hatin veguhestin.
 

PUKmedia/ Rojnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket