YNK`ê bombebarana Tirkiyê bi tundî şermezar kir

kurdistani 05:57 PM - 2015-08-01
YNK`ê bombebarana Tirkiyê bi tundî şermezar kir

YNK`ê bombebarana Tirkiyê bi tundî şermezar kir

Berdevkê Poîltbîroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Îmad Ehmed berdewama êrişên ezmanî yên balafirên Tirkiyê li dijî navçeyên Herêma Kurdistanê, bi taybetyî gundên çiyayê Qendîlê ku di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn, bi tundî şermezar kir

Îmad Ehmed Îro şemiyê 1/8/2015 bang li Tirkiyê kir ku êrişên xwe rawestîne û berdêlê bide kesên ziyan dîtine, her wiha bang li herdû aliyan kir ku vegerin piroseya aştiyê.

Naveroka daxuyaniyê:

''Bi tundî berdewambûna bombebaranên balafirên Tirkiyê li ser axa herêma Kurdistanê şermezar dikin bi taybetî ew bombebarana îro li ser gundên binara Qendîlê ku têde çendîn welatî şehîd û birîndar bûne, ji bo vê jî em daxwaz dikin ku demildest bombebaran bêne rawestandin, her weha em daxwaz dikin ku her çî zûye alî vegerin bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê.

Ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna welatiyan, ji bilî ruxana xanî û şewitandina rez û baxên welatiyan û ziyangîhandina bi navçeyê, berdewambûna bombebaranan bûye egera wê yekê ku akinciyên wan navçeyan bi neçarî mal û mulkên xwe bi cî hêştine û penaber bibin, ji bo vê jî em daxwazkarin ku her çî zûye civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirov jî kar ji bo rawestana bombebaranan bikin û komkujiya welatiyan û penaberiya xelkê wan navçeyan rawestînin.''

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket