Tirkiyê bi kirîna neftê ji DAIŞ`ê bi 800 milyon dolar alikariya rêxistinê kiriye

kurdistani 06:27 PM - 2015-07-30
Tirkiyê bi kirîna neftê ji DAIŞ`ê bi 800 milyon dolar alikariya rêxistinê kiriye

Tirkiyê bi kirîna neftê ji DAIŞ`ê bi 800 milyon dolar alikariya rêxistinê kiriye

Buroya IHC a Emerîka di raporeka xwe de diyar kirin ku DAIŞ’ê salane 800 mîlyon dolar ji berhemên meftê ku ji Sûriyê û Îraqê difirşe fînase dike. DI hin belgeyên Emrîkî destnîşan kirin ku Tirkiyê nefta çeteyên DAIŞ’ê dikire.
Li gorî rapora di rojnameya El-Ereb a ji Londonê bi zimanê erebî weşanê dike, raporek weşand, di raporê de hate destnîşankirin ku buroya IHC a Emerîkî raporek weşandiye, di raporê de hatiye gotin ku herêmên Sûriyê û Îraqê yên di DAIŞ’ê de  berhemê wê yê neftê dighêje 350 hezar bermîl neft rojane. Di raporê de hate destnîşankirin ku DAIŞ’ê rojane tenê 50 heta 60 hezar bermîl neft di sûka reş de bi buhaya 40 dolarî ji bermîlekê re difiroşe.
Buroya IHC di rapora xwe de hate destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê neftê di riya depoyên li ser tirpêlan di sînorê Tirkiyê de difroşe û bi buhayên jê tê şerê dimeşîne fînase dike û got ku DAIŞ’ê hêza xwe ji wir digre.
Rojnameya Guardian a Birîtaniya di vê hefteyê de nûçeyên weşandin û gotin ku belgeyên ketine dest ku isbat kir ku têkiliya Tirkiyê yekser bi DAIŞ’ê re heye û ew nefta DAIŞ’ê dikire.
Rojnameyê li ser zimanê berpirsyarekî Emrîkî got ku Emerîka belgeyên ji mala Fermandarekî DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Seyaf hatin bidestxistin ku Tirkiyê nefta DAIŞ’ê dikre bi dest xistine. EBû Seyaf ku belge ji mala wî ahtin girtin di encama çalakiya taybet a hêzên taybet ên Emerîka li Sûriyê hate kuştin.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket