Komkujiya Til Eran û Til Hasil hatin bîranîn

kurdistani 06:20 PM - 2015-07-29
Komkujiya Til Eran û Til Hasil hatin bîranîn

Komkujiya Til Eran û Til Hasil hatin bîranîn

 Meclîsa Herêmî ya bajarê Babê komkujiya Til Erban û Til Hasil ku ket sala xwe ya duyemîn şermezar kir û cangoriyên komkujiyê bibîr anîn.

Bi sedan şêniyên Til Eran û Til Hasil û nûnerên meclîsa Herêmî ya Bajarê Babê ya Helebê, her wiha endamên saziyên civakî yên sivîl bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiya Til Eran û Til Hasil ku keta sala duyemîn bi bîr anîn. Merasîma bîranînê li Meydana Azadî ya Efrînê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Babê Sefînar Mihemed axivî û kesên komkujiya Til Ereba û Til Hasil ên Helebê bibîr anîn û got : ̎Şehîdên me bûn şehîdên azadiyê. Em îro şehîdên ku di encama êrîşên komên çete ya li ser herêma Baabê bi bîr tînin em careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”

Piştre peyama TEV-DEM’ê ji aliyê Endamê TEV-DEM’ê Mihemed Ebid Selam ve hate xwendin. Selam, da zanîn ku êrîşa komên çete yên DIAŞ’ê li ser Til Eran û Til Hasil êrîşa li dijî hemû gelê kurd bû. Ev êrîşa hovane ne tenê li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasil bû. Bi vê boneyê em bê dengiya civaka navnetewî ya beranberî êrîşê jî şermezar dikin.̎

Di merasîmê de li ser navê Hevgirtina Niştimanî ya Sûriyê Elai El-Dîn Kalo axivî û got ku êrîşa li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasil di çarçoveya planên li dijî gelê kurd pêk hatiye û ev tişt anî ziman: ̎Tevlî hemû êrîşan jî gelê kurd karîbû bi pêkhateyên din re jiyana hevbeş biafirîne û mafê xwe yê demokratîk bi dest bixe.̎

Li ser navê Eniya El-Ekrad jî Îbrehîm Esaf axivî û ev tişt got: ̎ Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Şervanên me li dijî hovîtiyê şer kirin û canê xwe feda kirin, em îro bi rêzdarî bibîr tînin.̎

Li ser navê Meclîsa Rêvber a Herêma Babê Mihemed Şêxmûs axivî û qurbaniyên komkujiya Til Eran û Til Hasil bi bîr anî û got: ̎Komkujî 2 sal berê bi destê komên çete yên DAIŞ’ê û El-Nusra pêk hatiye. Hin komên çekdar ên bi fermana Tirkiyê tevdigerin cihê xwe di komkujiyê de girtin. Hevgirtina gelê kurd û hemû pêkhateyên din hemû plan vela derxistin û gelek destkeftî bi destxistin.̎

Di dawiya merasîmê de beşdaran bê navber diruşme berz kirin.

Komkujiya Til Ereban û Til Hasil ên bakurê Helebê di 27’ê tîrmeha 2013’an de bi destê komên çete yên DAIŞ’ê û El-Nusra pêk hatiye. Di encama êrîşa li ser Til Eran û Til Hasil ku piraniya şêniyê wan kurd in bi sedan welatî hatin qetilkirin û bi hezaran kesên ku malên wan hatin talankirin koçber bûn.

PUKmedia-ANHA





 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket