Li Enbarê Goreke Komî hate dîtin

kurdistani 02:33 PM - 2015-07-26
Li Enbarê Goreke Komî hate dîtin

Li Enbarê Goreke Komî hate dîtin

Li parêzgeha Enbar ya Êraqê, piştî hêzên ewlehiyê zanîngeha Enbarê rizgar kirin, goreke komî ku bi dehan termên hemwelatî û leşkeran ve têde hene, li nêzîkî zanîngehê hate dîtin.

Çavkaniyekî ji fermandariya operasyona rizgarkirina Enbarê ragihand ku îro yekşemê 26/7/2015 danê sibê, piştî rizgarkirina zanîngeha Enbarê, hêzên ewlehiyê rastî goreke komî li navçeya Te'mîm ya nêzîkî wir, hatin. Çavkaniyê her wiha diyar kir ku di wa gora komî de bi dehan termên leşker û hemwelatiyan hene ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve hatine serjêkirin û gulebarankirin.

Di wa derbarê de, îro yekşemê hatibû ragihandin ku hêzên ewlehiyê ketin nav zanîngeha Enbarê û ew dever bi temamî ji terorîstan paqij kirin.

PUKmedia/ Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket