Pirsûsa Min:

kurdistani 10:33 AM - 2015-07-25
Pirsûsa Min:

Pirsûsa Min:

Giyanên miştî bi mirovayetiyê
Dagirtî bi netewetiyê
Li ser perên pirpirîkên aştiyê
Firîn ba Xwedanê Kurdayetiyê
Bê xatirxwestin!
Koça dawî kirin
**********
Ey lawên dêlegurên har
Tovên bermayên zinêkar
Wê li Kurdistanê bimîne bihar
Çendî hûn bibin dîn û har
Emê nedeynin
Barê mirovayetiya birîndar
Hûn baş dizanin
Em ne yek û dido ne
Ne sed in ne hezar in
Hijmêre bi zarê gemar
Em pêncî hezar hezar in
Emê we çîz bikin
Li her dever û war
Li her gund û şar û bajar
**********
Hovino we çawa
Kurên Rojê û Êgir
Ji xwe re kirine dijmin û rikber
El-lahû ekber El-lahû ekber
Zanibin wê li we bibarin
Kuç û newal û çiya û dar
Ey segharên xwînmij û xwînxwar
**********
Pirsûsa min
Tê hîç netwehê
Li hemberî hêzên tarî
Ji ber xwîşkên te ne
Şengal û Kobanî
Dilên te ne
Qamişlo, Amed, Hewlêr û Mehabad
**********
Pirsûsa min
Tê bijî
Ji ber …..
……….
………..

Sêvdîn Arafat, Elmanya 20.07.2015 –ê Z.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket