Mîr Celadet Elî Bedirxan, Mewlanzade Rifet Efendî û karê rojnamevaniyê
kurdistani 02:20 PM - 2015-07-21Mîr Celadet Elî Bedirxan
Mîr Celadet Elî Bedirxan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye, di gel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû. Û di sala 1909 an de, li ber destê Mewlanzade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya "Serbestî" li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye. Li ser vê yekê mêzekin, bê ew bi xwe di romana "Bîra Qederê" de çi dibêje:
"..Şerekî nû destpêkiribû. Min kar, şixûl, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku?
Kurdan gotibûn: Teyr başe bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan?
Min xwendin û nivîsîn, ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Min da ser vê riyê. Ez nikarîbûm bibûma paşa, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tişt li min ne dihatin. Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.
Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bi hesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire û feylesûf û nivîskarên din yên şoreşa Firansayê, bi şirên Ehmedê Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedir-Xan perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî? Min fedefê xwe hilbijart.
Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min, hem pir ezîz bûn, Ictîhada Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg.
Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim (Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûniştin. Bi vî awayî min dest bi xebata rojnamevaniyê kir.
Serbestî rê li ber min vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min paşê li welatên dûr û xerîb derxistin, biweşînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna, ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê bikarîbûna derketina..."
Ji hingê ve Mîr Celadet Bedirxan pîş bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye û gelek gotar di rojnameya (Serbestî) de weşandine, ew rojnameya ku di navbera salên 1909-1913 an de li Stenbolê dihat belavkirin.
Konê Reş
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19