Di nav şehîdên Pirsûsê de serkirdeyeke HDP`ê jî heye

kurdistani 11:02 AM - 2015-07-21
Di nav şehîdên Pirsûsê de serkirdeyeke HDP`ê jî heye

Di nav şehîdên Pirsûsê de serkirdeyeke HDP`ê jî heye

Di nav şehîdên teqîna terorîstî ya Pirsûsê de serkirdeyeke jin a Partiya HDP`ê jî heye.

Li gorî agahiyên ku gihîştine PUKmedia`yê ku di nav ew şehîdên ku duhî li Pirsûsê di encama teqîneke terorîstî de canê xwe kirine qurbanî, hevseroka HDP`ê ya navçeya Maltepe ya Stenbolê xanim Diyogo Tiwana jî hebû ye

Her weha di wê barê de, jêdereke agahdar ji Pirsûsê ji PUKmedia`yê re ragihand ku di komkujiya Pirsûsê de, jineke berpirsa HDP`ê ya li Stenbolê bi nav Diyogo Tiwana jî hebû ye  ku ligel koma çalakvanên Stenbolê ku ji bo derbasbûna Kobanê û dest bikarkirina avakirina Kobanê bikirina.

Wê jêderê aşkire kir ku hevseroka HDP`ê ya navçeya Maltepê a Stenbolê Diyogo Tiwana wek serpereştyara wê komê bû, ji aliyê wê ve ew projeya girîng ji bo xizmetkirina Kobanê hatibû pêşkêş kirin û wê rêvebirina wê karî li stuyê xwe girtibû.

Hêjayî gotinê ye ku li baxçeyê Navenda Çandê ya Amara ya ku 300 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ku ji bo derbasî Kobanê bibin ji Stenbolê hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê teqîn pêk hat. Dema ciwanan li baxçeyê navendê têkildarî derbasbûna Kobanê de daxuyanî dan çapemeniyê teqîn pêk hat û di encama teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û bêhtir ji 100 kesên din jî birîndar bûn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan di barê wê buyerê de axivî bû û tekez kir ku ew teqîn ji ber bombeya zîndî pêk hatiye.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket