Çiya li ser gerstêrka Pluto`yê hatin dîtin!

kurdistani 12:23 PM - 2015-07-16
Çiya li ser gerstêrka Pluto`yê hatin dîtin!

Çiya li ser gerstêrka Pluto`yê hatin dîtin!

Piştî 9 salan, masûra (mekîka) NASA`yê New Horizons gihişte nêzîkî gerstêrka Pluto`yê, û dîmenên pir girîng û balkêş şandin.

Wêneyên ku New Horizons ji Pluto`yê şandine xuya dikin ku rûyê wê gerstêrkê yê ji qeşayê, tijî çiyayên bilind e, bilindahiya wan digihêje 3500 metran.
Pisporên NASA`yê diyar kirin ku temenê wan çiyayan berya dora 100 milyon sal e. Her wiha dan xuyakirin ku ev çiya tên wateya ku rûyê Pluto jîndar e û niha tê guhertin.

Pisporên jiyolojî yên NASA `yê dibêjin ku temenê Pluto bi qasî yê gerstêrkên din wek Erdê û Marsê û Jupîterê, ne kevin e, ji ber ku şûnên lihevketin û derban li ser rûyê wî kêm in.

Hêjayî gotinê ye ku New Horizons, masûra ku ev vedîtin kiriye, di sala 2006`an de ji aliyê NASA`yê  ve ber bi Pluto`yê ve hatibû şandin, û ev bû 9 sal ku bi rêve diçe berya ku bigihêje orbêta wê gerstêrka piçûk.

PUKmedia / Egîd Hesen

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket