Şervanekî YPG yê Birîtanî: Ji bo çi min welatê xwe berda?

kurdistani 05:58 PM - 2015-07-15
Şervanên YPG`ê yên biyanî çi rolê dilîzin?

Şervanên YPG`ê yên biyanî çi rolê dilîzin?

Em dikarin bêjin şoreşa Rojavayê Kurdistanê encamên girîng li ser asta navdewletî bi dest xistin. Ev bû 3 sal ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şoreşa xwe ya ji bo mirovahiyê di 19`ê tîrmeha sala 2012`an de destpê kiriye, bi serkeftinên girîng û stratejîk, ev şoreş heya roja îro berdewam dike.

Yek ji tiştên herî bi bandor ku va şoreşê ava kir, kişandina bala tevahiya cîhanê li ser berxwedana gelê Kurd û şervanên parastina rûmetê ye. Ji bilî ku mezintirîn hêzên cihanî di va dawiyê de helwestên xwe yên pozîtîf derbarê şoreşa Kurdan li Rojava Kurdistanê nîşan dan, û piştgiriyeke mezin jî dan şervanan, li pêş çav e û her kes jî dibîne çawa ev şoreş, bi armancên xwe yên balkêş welatiyên ji her deverên cîhanê ber xwe dikişîne û bê zext û ferzkirin, bi vîna xwe ya azad berê xwe didin Rojava û di nav refên YPG û YPJ`ê de cî digirin.
Bi taybetî di van demên dawî de, hejmarek mezin ji şervanên biyanî tevlî va şoreşê bûne, em dikarin bêjin weke tê xuyakirin, tabûr ji wan şervanan hatina avakirin û jiyana rojane bi şervanên Kurd re parvedikin, û dest bi dest bi hêzên Kurd re şerê rêxistina terorê ya DAIŞ`ê dikin.

Çendîn car e me dît çawa  şervanên biyanî yên ji Emerîka, Ûstralya, Birîtanya û gelek welatên din, şehîd jjî dikevin, ev yek jî têkiliyên di navbera civakên wan welatan û civaka Kurd jî helbet xurt dike.
Gelek ji wan şervanên biyanî jî kampanya ji bo piştgiriya Kurdan ji aliyê hikûmetên welatên wan ve dane destpêkirin. Em ê di va gotarê de peyam û daxwazên şervanekî Birîtanî, ku li Rojavayê Kurdistanê dijî, diyar bikin.

Macer Gifford, ku welatiyekî Birîtanya ye, ji bilî ku bi lehengî weke şervanekî YPG`ê şerê DAIŞ`ê dike, roj bi roj li ser malperên înternêtê jiyana xwe di şoreşê de dixe rojevê, di vîdyoyekê di rojnama The Guardian ya Birîtanî de jî, peyama xwe ji bo gel û hikûmeta Birîtanya û tevahiya cîhanê pêşkêş kir.
Gifford sedema derketine ji welatê xwe anî ziman û got ku wî çawa di sala 2014an de hovîtiya DAIŞ`ê li Êraq û Sûriyê dîtiye, û wiha dibêje:

Min nikarî tenê temaşe bikira

Tevahiya cîhanê temaşe dikir çawa leşker, rojnamevan û ji bilî wan bi awakî hov dihatin serjêkirin, û çawa jin wekî sewalan di bazaran de dihatin firotin, û bi hezara koçber ji terorê direviyan, bi taybetî gava ku civaka Êzîdî di çiyayê Şengalê de hatin dorpêçkirin. Min jî li Londonê  karê xwe dikir, ez li hember van bûyeran xemgîn bûn.

Ez li benda hikûmeta Birîtanyayê mam ku tiştekî li hember wan bike, lê belê qet tiştek jî nekir, heya niha jî ti planeke berçav  li b a wan nîne debarê şerê li dijî DAIŞ`ê de, ji ber wê min hîs kir ku pêwîst e ez tiştekî bikim, min nikarî tenê temaşe bikira. Min xwes ku ji hikûmet re bêjim, peyvên xwe bike rastî.

Ji ber wê di sala çûyî de min biryar da ku ez piştgiriya xwe jib o Kurdan nîşan bidim, û ez bi wê armancê min berê xwe da Sûriyê û ez tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê bûm.

Ez tevlî YPG`ê bûm, ez ji va hêzê razî me

Di destpêkê de min hinek zehmetî kişand ji ber ku min ti carî çek hilnegirtibû. Rojên dijwar jî di ser min re derbas bûn gava ku yekemîn hevalê min yê Ûstralî  ,Ashley Johnson, şehîd ket.

Me li gel şervanên Kurd gelek gund û dever rizgar kirin, ez ji wê yekê razî me gava ku piştî YPG`ê gundan rizgar dike, welatîiyên ji hemû pêkhateyan vedigerin malên xwe, wan spasiya me dikir û digotin Bijî YPG! Bijî Birîtanya. Lê pirsgirêka min ew e ku Birîtanya em neşandine vê derê, em bi xwe hatine.

Divê Birîtanya peyvan bike rastî

Ez ji Birêtanyayê re dibêjim, em wekû Birîtanî.. gelê Rojhilata Navîn wê çawa li me binêre? Bi salan e ku nav û dengê me di erdê de ye. Divê em ji va fersendê sûd wergirin  ku em ji cîhanê re baweriyên Birîtanya, Azadî, dadmendî û wekhevî ji hemiyan re bidin xuyakirin  .
Ez nabêjim ku bila leşkeran bişîne wan welatan, ji ber ku bi hezaran welatiyên wan ji bo berevaniya ber axa xwe amade ne. lê divê em êrişên ezmanî li dijî terorîstan zêde bikin, û çekên pêşketî ji şervanan re rê bikin, divê em piştgiriya siyasî  û baweriya xwe ji  Kurdên Sûriyê re nîşan bidin.

Em wek mirov, ne wek netew û ol, divê em dest bidin hev û alîkairya hev bikin, her wiha ji bo ku em ayîndeya van welatan jî ava bikin da ku gel bibe xwedî bawerî.

PUKmedia / Egîd Hesen

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket