Roja avakirina hikûmeta Tirkiyê hate diyar kirin

kurdistani 01:45 PM - 2015-07-11
Roja avakirina hikûmeta Tirkiyê hate diyar kirin

Roja avakirina hikûmeta Tirkiyê hate diyar kirin

Piştî avakirina Dîwana Seroktiyê parlemana Tirkiyê biryar da ku ji bo avakirina hikûmetê heta 23ê tebaxê wext heye.

Dîwana Serokatiyê ya parlemana Tirkiyê di 9ê temûzê de hatibû diyarkirin. Li gor madeya 116emîn a Destûra Bingehîn divê 45 roj piştî hilbijartina Dîwana Serokatiya nû ya parlemanê hat hilbijartin hikûmt bê avakirin.

Heke di vê maweyê de Lijneya Wezîran neyê avakirin serokomar dikare ku serî li Serokê parlemanê bide û biryarê bide ku hilbijartin ji nû ve bên kirin. Biryara hilbijartina nû dê di Rojnameya fermî de bê weşandin û bikevin pêvajoya hilbijartinê.

Li gor madeya 77emîn a Destûra Bingehîn hilbijartinên parlemanê 4 sal carekî tên kirin. Parlemento beriya ku ev mawe temam bibe dikare biryarê bide ku hilbijartin ji nû ve bên kirin. Di bin şert û mercên ku di Destûra Bingehîn de hatine diyarkirin de li gor biryara ku dê Serokomar bide dikarin hilbijartinê ji nû ve bikin.

Li gor madeya 8emîn a Qanûna Hilbijartina Parlementeran heke parleman an jî Serokomar beriya ku heyama hilbijartinê temam bibe biryar bide ku hilbijartin ji nû ve bên kirin Lijneya Wezîran vê rewşê di nav 48 saetan de îlan dike.

Heke biryara hilbijartina nû ji aliyê parlemanê ve hatibe dayîn Parlemento dîroka hilbijartinê jî diyar dike. Heke biryara hilbijartina nû ji aliyê Serokomar ve hatibe dayîn jî hilbijartin yekşema ewil a 90 roj piştî vê biryarê tê kirin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket