YNK`ê piştevaniya xwe bo şervanên Rojava dupat dike

kurdistani 12:31 PM - 2015-07-11
YNK`ê piştevaniya xwe bo şervanên Rojava dupat dike

YNK`ê piştevaniya xwe bo şervanên Rojava dupat dike

Berdevkê mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye ku ew weku YNK`ê serkeftinên şervanên YPG/YPJ di şerê li dijî terorîstên DAIŞ bi destkeftên mezin dizane û piştevaniya xwe bo şervanên rojava dupat dike.

Îmad Ehmed, berdevkê mekteba siyasiya YNK di daxuyaniya nivîskî de diyar kiriye bi dîtina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistannê ji bo rûbirûbûna ev rewşa nû, pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêziya rasteqîne ya hemû xelkê Kurdistanê heye û teqez li parastina yekrêziya hemû hêzan jî dike.

Her weha jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi giringî li encamên hilbijartinên 7`ê hezîranê ya parlemana Tirkiyê ku têde HDP karî benda %10 derbas bike dinêhêre. Her weha jî baweriya YNk`ê ewe ku ew nexşeya siyasî ya nû li Tirkiyê wê karîgeriya xwe ya baş li ser proseya aştîû û pêkvejiyan û pêgeha gelê Kurd wê bike, her weha jî Yekîtî wê hevkar be daku derencamên hilbijartinê bi wê arasteyê ve biçe.

Li gor daxuyaniyê, Yekîtî serkeftina şervanên Rojavayê Kurdistannê di şerê li dijî terorîstên DAIŞ û şikandina wan li çendîn bajar û navçeyên stratejî de bi deskeftên mezin dizane û piştevaniya xwe jî bo şervanan dupat dike.

Berdevkê YNK`ê di heman demê de serkeftinên hêzên pêşmerge ên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞ li tevahiya bereyên şer ne tenê bi giring belku bi çarenivîsaz bi nav dike û destxweşî li hêzên pêşmerge dike û piştevaniya xwe ji bo hêzên niştimanperwer û Kurdperwer bo parastina Kurdistanê û netew û ol û mezhebên cuda dupat dike . di heman demê de serê xwe bo ruhê şehîdan û kesûkarên wan ditewîne.

Sebaret bi pêwendiya navbera herêm û bexdadê jî Yekîtî alîgirê goftûgo û çareserkirina pirsgirêkan bi lihevkirinê ye.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar dike û daxwaz ji hikûmeta federal a Êraqê dike ku erkên xwe yên darayî û serbazî beramber bi hêzên pêşmerge li derveyî nakokî û hevrikiyên siyasî cî b i cî bike.

Her di wê çarçoveyê de jî Yekîtiya Niştimanî spasî û destxweşiyê li alîkariyên hevpeymanan bo hêza pêşmerge û xelkê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ dupat dike û xwazyare jî harîkariyên zêdetir bêne kirinê.

Di belavoka xwe de berdevkê YNK`ê pabendbûna Yekîtî bi sîstema parlemanî û prensîpên wê ji bo guherîna desthilatê û rêzgirtina li bîngehên qanûnî dupat dike.

Li dawiya daxuyaniyê berdevkê mekteba siyasiya YNK Îmad Ehmed ragihandiye ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar bo wê yekê dike ku Kurdistan bibe xwediyê desturekî demokrasî û medenî parlemanî ku maf û azadî û serweriya Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê misoger bike. Her weha desthilatên wê ji hev cuda bike . bi awayekî ku hevsengiya navbera serokayetiya herêmê û parlemanê û hikûmetê de belav bike û mafên siyasî û medenî yên tak û mofirkên welatîbûnê misoger bike û gerantiya bi cî anîna mafê welatiyan bêt.
 
PUKmedia/Xoşnav Hisên
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket