Adil Murad careke din YNK`ê piştîvaniya xwe ji Rojavayê re dupat dike

kurdistani 10:44 AM - 2015-07-05
Adil Murad careke din YNK`ê piştîvaniya xwe ji Rojavayê re dupat dike

Adil Murad careke din YNK`ê piştîvaniya xwe ji Rojavayê re dupat dike

Sekreterê giştî yê Encûmena Navendî ya YNK`ê Adil Murad careke din aşkire kir ku YNK`ê piştîvaniya xwe ji Rojavayê re dupat dike.

Di roja şemiyê 4-7-2015`an de, li bajarê Silêmaniy,ê dema pêşwazîkirina sekreterê encûmena navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji wezîrê derve Yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer re, Adil Murad careke din YNK`ê piştîvaniya xwe ji Rojavayê re dupat dike.

Di wê civînê de, herdu aliyan li ser pêşketinên siyasî û ewlehiyê û pêşxistina peywendiyên du qolî şirove kirin. Her di wê hevdîtinê de, Murad ew serkeftinên ku Yekîneyên Parastina Gel û ya Jina Kurd li ser terorîstan pîroz kir û ji xwedanê şehîdan komkujiya li Kobanê re jî serxweşî xwest û ji birîndarên şoreşê re jî cansaxî xwest.

Her weha di barê guhertin û destêwerdanên herêmî li dijî Rojavayê Kurdistanêî û piştîvaniya wan li terorê û qedexekirina gihîştina alîkariyên mirovavî ji bo Rojavayê Kurdistanê. Sekreterê encûmena navendî tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste destkeftên Rojavayê Kurdistanê bêne parastin û dibe ku helwesta navnetewî ji bo piştîvaniya li Rojavayê Kurdistanê berferehtir bibe û bi taybet ligel çereseriya dadwerî ya doza Kurd û nasandina armancên rewa yên Rojavayê Kurdistanê bi tevayî welatên cîhanê.

Ji aliyê xwe ve jî, nûnertiya Rêveberiya Xwesrî ya Demokratîk li Herêma Kurdistanê rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê pir mezin nirxand kualîkarî û destekdana ji Rojavayê Kurdistanê re bi bê berember berdewam dike û spasiya YNK`ê kir ku buroya taybet ya , nûnertiya Rêveberiya Xwesrî ya Demokratîk li bajarê Silêmaniyê dan vekirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket