18 terorîst hatine kuştin, 12 jî hatine birîndarkirin

kurdistani 05:19 PM - 2015-07-04
 18 terorîst hatine kuştin, 12 jî hatine birîndarkirin

18 terorîst hatine kuştin, 12 jî hatine birîndarkirin

Li gorî malpera ragihandina navendî ya Yekîneyên Parastina Gel ku di daxuyaniyeke xwe de weşandiye, tê de aşkire dike ku hêzên wan di operasyonên pakkirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê de, 18 terorîst kuştine û 12 jî birîndar kirine.

Evê li xwerê naveroka daxuyaniya YPG`ê ye;

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

1. Operasyonên hêzên me ya ku li hember qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya li başûre Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike.
Hêzên me şevê din li başûre Kobanê, li hember gundê Serêkaniyê operasyonek lidarxistin. Li gund pevçunên dijwar û sing bi sing hatin jiyankirin û hêzên me derbên giran li çeteyan xistin. Di encama pevçunên vê gundî de qasî hat zelalkirin 18 endame çeteyan hatiye kuştin, 12 çete jî hatiye birîndarkirin.
Pevçunên li gundê Serêkaniyê de 3 rêhevale me ku bi rihê fedaîtî li dijî çeteyan şer dikirin gihiştin şehadete.
2. Çeteyên DAIŞ'ê doh êvarê, derdora seat 20.00'an de li rojhilatê Girê Spî, li hember gundêkî ku ewlekariyê vî ji aliye şervanên Arteşa Azad ve dihat girtin êrîşên xwekujî lidarxistin. Çeteyan destpêke maşînekî teqemenî li vê gundê Qinetra ku li ser sînore Tirkiyê diteqînin. Ji ber tedbîrên ewlekariye hatiye standin ev teqandin çi zirar nagihîne şervanan. Piştî vê teqandine 4 çeteyên ku madeyên teqemenî li ser xwe ve gireda bûn êrîşên xwekujî pêkanîn. Di vê êrîşê de 2 şervanên Arteşa Azad gihiştin şehadete. Di vê êrîşê de qasî hat zelalkirin 6 endame çeteyan mirî ye.
Navenda Ragihandina YPG
4 Tîrmeh 2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket