Bexdadî 13 serkirdeyên xwe kuştine

kurdistani 01:36 PM - 2015-07-04
Bexdadî 13 serkirdeyên xwe kuştine

Bexdadî 13 serkirdeyên xwe kuştine

Rojnameya Daylî Mailî a Birîtanî û hin rojnameyên Êraaqî belav kirine ku serokê rêxistina terorîstî ya DAIŞ Ebo Bekir Bexdadî 13 serkirdeyên xwe ku xwestine wî bikujin meha borî kuştine ew jî aşkira kirine ku 5 ji wan serkirdeyan di encûmena şoraya rêxistinê de ne.

Daylî Mail li zarê jêderên herêmî ragihandiye ku wan bi çavên xwe dadgehên serbazî ên kurt dîtine ku Bexdadî li bajarê Musilê ji Ebo Hesen osman yê endamê meclîsa şora ya rêxistinê li dar xistiye û bi tometa li dijî dewleta xîlafetê provaksyon kiriye hatiye bidarve kirin.

Daylî Mailê diyar jî kiriye ku Ebo Hesen Osman yek ji dostên nêzîkê Ebo Bekir bexdadî bûye , lê vê dawiyê nakokî di navbera wan de li ser zêdebûna desthilatên çekdarên Muhacîrîn di serkirdeya rêxistinê de li Êraqê dirust bûne.

Jêderên Êraqî dan zanîn ku kesên ku plana derbê li dijî bexdadî kirine dixwestin bombeyekê li pêşiya karwanê Bexdadî li reqayê deynin lê yek ji endamên şaneya planê rêxistin agahdar kiriye û ew kes berve darvekirinê ve birine.

Derbarê regezên serkirdeyên rêxistinê ên bi tometa (derbeya li dijî Bexdadî) hatine kuştinê rojnameyên Êraqî diyar kirine ku hin kes Sûrî û hin jî ji welatên Mexriba Erebî, Yemen û Kuwêtî bûne her weha jî Çîçanî jî hebûne.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket