Partiya Pêşvero ya Kurd xwe ji tevahiya komîteyên ENKS vekişand
kurdistani 09:18 AM - 2015-07-04Partiya Pêşvero ya Kurd xwe ji tevahiya komîteyên ENKS vekişand
Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) ku yek ji mezintirîn partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, ji ber ne pabendbûna partiyên hevpeymanên wê di ENKS`ê de û hin nakokiyên navxweyî endamên xwe ji hemû komîteyên encumenê vekişandin.
Têkildarî mijarê PDPKS’ê civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li Qamişlo bi beşdarbûna gelek saziyên çapemeniyê lidar xist. Civîna çapemeniyê ji aliyê endamên rêvebrê ên Partiyê (Ehmed Silêman, Umer Cefer û Ehemet Berekat) ve hate lidar xistin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Ehemed Berekat ve û ji bi zimanê erbeî ji aliyê Umer Cefer ve hate xwendin.
Eve jî naveroka beyannameya rojnamevaniyê ye:
“Ji destpêka Damezirandina ENKS’ê partiya me siyasetek piratîkî û li gorî rewşa demî dimeşîne. Siyaseta me dûrî zihniyeta ezeziyetê û tenê bûnê bû. Di baweriya me de ev siyaste li gorî berjewendiyyên Yektîiya Kurdan bû. Di vê çarçoveyê de û amadekariyên kongreya 3’yemîn a ENKS’ê û xebatên din jî, partiya me li çareseriyeke di hemû mijarên rêxistinî û siyasî de û li ser esasê lihevkirinê geriya.
Em dixwazin balê bikşînin ser wê yekê ku hemû beşê civakê baş dizanin ku ENKS’ê rawestiya bû û tu kar ne dikir. Ji ber vê yekê pêwîstî bi rêbazekê çareseriyê hebû. partiya ji pariyê pêş bû ku nerînên xwe li ser partiyên sereke yên ENKS’ê ( Partiya Demorkatîkî Kurdistan-Sûriyê; Pariya Yekîtiyî) pêşniyar kir. Armanca me ji vê yekê ew bû ku hersê partî bighêjin îtîfaqekê bi serkêşiya Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê birêz Mesûd Barzaqnî û bi şertê k utu alî aliyên din paşguh neke û bi tena xwe tevnegere.
Lê tiştê derkete holê tam li dijî wê yekê bû, partiyên hevdû girtin li gorî berpirsyariyên xwe tevnegeriyan, lê belê li rêbazên tektîkî geriyan da ku partiya me paş guh bikin, bi taybetî jî komîteya Têkiliyên Derve ya ENKS’ê ku riwê siyasî û dîplomasî ya Encumenê bû. Hin caran bi dengan tehdîd dikin û gef dixwarin, denê behsa wê dikin jî cihê şubheta meye.
Ji ber tiştên li jor hatin gotin komîteya navendî di civîna 2’ê tîrmehê de biryar da ku nûnerên me ji hemû komîteyên ENKS’ê vekişin û ji Komîteya Karê Derve jî. Ev ji baweriya me ku ev rêbazên fitlonek tu faydê li ENKS’ê nakin û ne li gorî rihê îtîfaqa sê pariyan bû. Her wiha ENKS’ê vedgerîna riya destpêkê wekî dema hate damezirandinê.
Em di xwazin ji saziyên çapemeniyê û raya giştî ya Kurdî re ragîhînin ku partiya me hemû biryar û xalên kongreya 3’ê yemîn a ENKS’ê pêk anîn. Di vê munasebetê de her wisa em serkeftinê ji endamên ENKS’ê û serokatiya wê ya nû re dixwazin. Bi taybet di vê dema ku herê di rewşeke aloz re derbas dibe, komên çete êrîşî Kobanê û Hesekê kirin, her wiha siyasetên tunekirina gelê kurd ku li Reqa û Tebqayê pêk tên.”
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23