Li Kobanê û Girê Spî operasyon didomin, li dora Sirrînê jî şer

kurdistani 05:25 PM - 2015-07-03
Li Kobanê û Girê Spî operasyon didomin, li dora Sirrînê jî şer

Li Kobanê û Girê Spî operasyon didomin, li dora Sirrînê jî şer

Operasyonên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê li başûrê Kobanê û Girê Spî ve berdewam dikin, li derdora Sirrînê şer diqewime û li Eyn Îsayê jî serkeftinên nû.

Fermandara YPJ`ê Engîzek Nûrheq ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û derbarê rewşa Kobanê de agahî dan.

Fermandar Nûrheq destnîşan kir ku, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê de, ku di 1`ê meha tîrmehê de destpê kir,ew nêzî bajarokê Sirrînê bûne û êdî şer li Sirrîn û derdora wê diqewime.

Nûrheq anî ziman ku pêngav bi serketineke mezin dewam dike û got, "Pêngav piştî komkujiyê bû xwedî wateyeke cuda. Çete wê li pêşberî ruhê me yê tolhildanê bieciqin." Nûrheq banga xweparastinê li gel kir.

Li aliyê din jî operasyonên Yekîneyên Parastina Gel li başûrê Kobanê û Girê Spî berdewam dikin.
Navenda ragihandina YPG`ê di daxuyaniyekê de encamên operasyonên li dijî DAIŞ`ê li Kobanê û Girê Spî eşkere kir.
Navendê diyar kir ku di encama va operasyonê de gundê Dalî-Hesen, tevî girên stratejîk li derdorê  hatin rizgarkirin, her wiha hejmara kuştiyên çeteyan hê jî ne diyar e.

Navendê her wiha anî ziman ku YPG`ê li dora gundê Zerik li başûrê Kobanê tevgerek lidarxist, têde 3 çete hatin kuştin.
Di çarçoveya hemleya fermandar Rûbar Qamişlo de jî ya ku kete roja xwe ya 58`an, operasyon  li derdora bajaroka Eyn Îsayê  berdewam e, navendê ragihand ku şervanan çend deverên din yên nû control kirine.

PUKmedia/ Ajansên Kurdî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket