Tirkiyê bergiriyên ewlehiyê li ser sînora Sûriyê zêde dike

kurdistani 04:08 PM - 2015-07-03
Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînora Sûriyê zêde dike

Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînora Sûriyê zêde dike

Çavkaniyan ragihand ku artêşa Tirkiyê hejmara hêzên xwe li ser parekî ji sînora bi Sûriyê re zêde dike.

Berpirsan ji Enqerê diyar kirin ku artêş li ser sînora Sûriyê bergiriyên ewlehiyê xurt dike, û hêz û cebilxaneyan bêhtir li deverê kom dike.

Derbarê mijarê de serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu roja pêncşemê 2/7/2015, diyar kir ku wan ew bergirî ne tenê ji bo hişyariyê wergirtine, got ku eger çi pêşketin û guhertin di rewşa sînorî de çebibe ew ê li gorî fermanan tevbigerin.

Dawûdoglu her wiha got bila kes bawer neke ku Tirkiyê di demên nêzîk de, bi yekalî têkeve nav axa Sûriyê.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku çekdarên DAIŞ`ê li herêma Cerabulusê nêzî sînorê Tirkiyê xendek kolan, hêzên ewlehiya Tirkiyê yên ku vê yekê dişopînin jî, li seranserî xeta sînor a Qirqamîşê, bergiriyên ewlehiyê zêde kirin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket