Li Efrînê zarokekî 6 salî bidarvekirî hate dîtin

kurdistani 01:44 PM - 2015-07-03
Li Efrînê zarokekî 6 salî bidarvekirî hate dîtin

Li Efrînê zarokekî 6 salî bidarvekirî hate dîtin

Li gundê Xelîl Gulko yê navçeya Şiyê ya Efrînê zarokekî 6 salî bi awayekî hovane ji aliyên hin kesên nenas ve hatibû bidarvekirin, li daristaneke dora gund hate dîtin.

Welatiyên gundê Xelîl Gulko ya Efrînê zarokek ku bi awayekî hov di nava daristanê de hatibû bidarvekirin, dîtin û  hêzên Asayîşê agahdar kirin. Hêzên Asayîşê jî berê xwe dan cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.

Di encama lêkolîna asayîşê de diyar bû ku navê zarok Ebdilezîz Mihemed Meclûl e, temenê wî jî 6 salî ye. Xwediyên wî zarokî jî ji pêkhateyên Ereb in. Li gorî agahiyan ew zarok li gel bavpîr û dapîra xwe li gundê Xelîl Gulko rûdinişt.

Bijîşkê şeri'î Ehmed Mihemed ragihand ku zarok berya ku were bi darvekirin, rastî îşkenceyeke hov hatiye.

Ji ber ku bav û dayîka wî zarokî koçî bajarê Şamê bûne, ew di mala bavpîrê xwe de mezin bûye.

Derbarê buyerê de bavpîrê zarok got ku Ebdilezîz bi zarokan re li pêşiya dukana wî dilîst û dema êvar bû venegeriya malê û wî tavilê hêzên Asayîşê agahdar kir.

Hêzên Asayîşê ji bo kujerê zarok nas bikin lêkolîn û lêpirsîna xwe derbarê buyerê de didomînin.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket