DAIŞ 100 jinên Sûrî li Felûcayê firotin

kurdistani 01:19 PM - 2015-07-03
DAIŞ 100 jinên Sûrî li Felûcayê firotin

DAIŞ 100 jinên Sûrî li Felûcayê firotin

Wezareta mafê mirovan ya Êraqê roja pêncşemê 2/7/2015 ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li Felûcayê, di bazarekê de 100 jinên Sûrî yên revandî firotine.

Wezaretê derbarê mijarê de agahî dan û got ku DAIŞ`ê li bazara ku her roj piştî fitarê li rex mizgefta mezin ya Felûcê tê ava kirin, 100 jinên Sûrî bi nirxên di navbera 500-2000 dolaran, ji bo têkoşîna (cîhada) nîkahê dane firotin.

Her di wa derbarê de wezaretê got ku çete li gorî xwe lîstikek, ango pêşbirkek, li dar dixin ji bo ezberkirina Qur'anê, têde sê kes di astên yekem de bi ser dikevin û her yek ji wan jî jinekê wekû xelat werdigire.

Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku DAIŞ`ê berya wê bi sedan jinên Êzîdî veguhestin bajarê Reqa ya Sûriyê ji bo heman armancê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket