Li Nîjeryayê komkujî di mizgeftekê de pêk hat

kurdistani 10:21 AM - 2015-07-03
Li Nîjeryayê çeteyên Boko Heram êrîşî mizgeftê kirin û bi qasî sed kesî kuştin

Li Nîjeryayê çeteyên Boko Heram êrîşî mizgeftê kirin û bi qasî sed kesî kuştin

Li Nîjeryayê çeteyên Boko Heram êrîşî mizgeftê kirin û bi qasî sed kesî kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên rêxistina Boko Heram  ya Nîjeryayê êrîşî gundê Kûkawa yê li nêzî Gola Çadê kirin û nêzî 100 kes tevî zarok û ciwanan, kuştin.

Hat ragihandin ku êrîş roja Çarşemê1/7/2015  di demjimêr 18:30 de, piştî fitarê li hemberî mirovên li mizgeftan bûn, hatiye kirin.

Mirovên li herêmê diyar kirin ku di êrîşê de herî kêm 97 kesan jiyana xwe ji dest dane. Parlamenterekî herêmî jî îdîa kir ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, 48 e.

Li Nîjeryayê rêxistina Boko Heram bi îdîaya 'avakirina dewleta Îslamî' ji sala 2009'an û vir ve tevdigere û ev 2 sal in komkujiyên xwe dewam dike.

PUKmedia/ ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket