Birîtanya dê êrişên xwe li dijî DAIŞ`ê zêdetir bike

kurdistani 08:53 PM - 2015-07-02
Birîtanya dê êrişên xwe li dijî DAIŞ`ê zêdetir bike

Birîtanya dê êrişên xwe li dijî DAIŞ`ê zêdetir bike

Wezîrê berevaniya Birîtanî, Michael Fallon, ragihand ku Birîtanya hewl dide rola xwe li dijî DAIŞ`ê firehtir bike, da ku di Sûriyê de jî beşdarî lêdana rêxistina terorîst bike.

Fallon diyar kir ku hêza ezmanî ya Birîtanya li Êraqê derban li DAIŞ dide, li Sûriyê jî ne beşdar e. Ev yek jî nayê qebûlkirin ji ber ku çekdarên rêxistinê ti cudahiyê di navbera herdû welatan de nabînin.

Parlemana Birîtanya jî di sala çûyî de ji bo lêdana li dijî DAIŞ`ê dengdan kir, lê tenê li Êraqê.

PUKmedia/ Skynews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket