Çekdarên DAIŞ`ê peykerekî mezin li Tedmurê wêran kirin

kurdistani 08:23 PM - 2015-07-02
DAIŞ`ê peykerê ''Xwedaya Şêr'' li Tedmurê wêran kir

DAIŞ`ê peykerê ''Xwedaya Şêr'' li Tedmurê wêran kir

Li Sûriyê rêveberê şûnwar û muzeyan ragihand ku çekdarên DAIŞ`ê li bajarê Tedmur yê dîrokî roja şemiyê 27/6/2015, peykerekî bi navûdeng wêran kirin.

Ew peyker yê şêrekî mezin, bi bilidiya 3 metran, bi giranbûna 15 tonan e. Di sala 1977`an de hate vedîtin. Dîroka wî jî vedigere sedsala yekê berî zayînê. Parek ji peykerê jî jinûve hatibû çêkirin.

Rêveberê şûnwaran diyar kir ku ev guneha herî mezin e ku DAIŞ bi serê şûnwarên wî bajarî kirî ye.

Jixwe DAIŞ`ê tekez kiribû ku ewê şûnwarên bajêr wêran nekin, lê li gorî zihniyeta wan jî, çekdarên wan ji bo ku kes keviran îbadet neke, peykeran wêran dikin.

Berya demekê jî DAIŞ`ê li dora Mûsilê bajarên Nemrûd û Al-Hadar yên dîrokî wêran kirin û gelek peykerên kevin jî şikandin.

PUKmedia / AFP

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket