Yekîtî li gel Bizûtneweya Îslamî civiya

kurdistani 01:45 PM - 2015-07-02
Yekîtî li gel Bizûtneweya Îslamî civiya

Yekîtî li gel Bizûtneweya Îslamî civiya

Îro 2/7/2015 danê pêş nîvro şanda bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel mekteba siyasî ya Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê civiyan.

Di çarçoveya serdana xwe de bo aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê şanda bilind a YNK serdana mekteba siyasiya Bizûtneweya Îslamî kirin.

Di kongireyekî rojnamevanî de endamê şanda danûstandinan û berdevkê mekteba siyasî ya YNK`ê Îmad Ehmed ragihand: Di çarçoveya  serdana xwe li gel birayên Bizûtneweya Îslamî de teqez li ser dîtina rê çareyekê bo xalên nakok hate kirin û li ser wê yekê ku qeyrana îdarî û aborî bi sazan û rêkeftinê çareser bikin hemfikir bûn.

Ehmed ragihand: Parleman dazgehek şer`î û yasayî ye pêwîste giringî bide çareserkirina kêşeyan û li serveyî parlemanê jî aliyên syiasî ji bo berjewendiya xelkê Kurdistanê lihev bikin û rêkbikevin û xizmet bikin.

Her weha jî sekreterê mekteba siyasî ya Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê Kemal Rehîm  jî ragihand: Pêwîste hemû kêşe û pirsgirêk bi sazan bêne çareser kirin û bi yasa werin rêxistin kirin.

Got jî: Divê parleman bibe merce`ê biryardan û yasadananê bo Kurdistanê.

Teqez li ser wê yekê jî kir, Kemal Rehîm got: Divê desthilatên serokê Herêma Kurdistanê bêne diyar kirin û bi yasa bêne rêxistin kirinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket