Kosret Resul: Berjewendiya gel bixin pêş berjewendiyên hizbî

kurdistani 12:15 PM - 2015-07-02
Kosret Resul: Berjewendiya gel bixin pêş berjewendiyên hizbî

Kosret Resul: Berjewendiya gel bixin pêş berjewendiyên hizbî

Duh 1/7/2015 cîgirê yekemê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kosret Resul Elî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li konsolê Birîtanya li Herêma Kurdistanê Engis Mekî kir.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa navxweyî ya Kurdistanê pêşveçûnên dawîn gotûbêj kirin. Bo vê mebestê jî Kosret Resul Elî got: Wekî ku her car me gotiye, her weha jî em cext li wê yekê dikin ku pêwîste hemû ew kêşe û pirsgirêkên hene bi sazan û goftûgoya navbera aliyan bêne çareser kirinê.

Ji aliyê xwe ve jî Engis Mekî palpiştî û piştevaniya xwe bo herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku ew bi giringî li guherînên li Kurdistanê temaşe dikin.

Babetekî din a civînê taybet bûye bi şerê li dijî terorê û qehremantiya hêzên pêşmerge ên Kurdistanê û di wî warî de jî her du aliyan cext li wê yekê kirin ku pêwîste zêdetir hevkariya pêşmerge bête kirin çûnkî pêşmerge parêzerê demokrasî û aştî û aramiya navçeyê ye.

Li dawiya civînê jî Kosret Resul Elî ragihand. Weku gelê Kurd pêwîstiya me bi palpiştî û piştevaniya zêdetir a welatên dost û hevpeyman heye daku bikarin nimûneya demokrasiyê û pêkve jiyanê pêşkêşî dinyayê bikin û li nava xwe de berjewendiyên bilind ên gelê xwe bixin pêşiya berjewendiyên kesayetî û hizban.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket