Eşîreta Sedam naçin Uce

kurdistani 10:32 AM - 2015-07-02
Eşîreta Sedam naçin Uce

Eşîreta Sedam naçin Uce

Endamê ser bi eşîreta Sedam Hisênê dîktator ku li çend navçeyekî dinê nîştecîbûne aşkira dikin ku gef li wan hatiye xwarin ku venegerin navçeya Ucê ya ser bi Tikrîtê.

Şêx Hesen Elenda ji ajansa Anadolê re ragihandiye ku: Piştî şikestina DAIŞ li bajarê Tikrîtê û kontrolkirina wê ji aliyê hêzên ewlekariyê û Heşd Şe`bî ve rê nadin ku endamên eşîretê vegerin malên xwe.

Diyar jî kiriye ku. Egera wê jî pêwendî bi ew tawanên ku DAIŞ li wê sînorî encam dane de heye bi taybetî jî kuştina hejmarek mezin ji xwendekarên kolêjeya serbazî li navçeya Spayker û çendîn tawanên dinê.

Şêx Elenda aşkira kir ku: Di şerê DAIŞ de zêdetir li 700 xanî û 23 hezar dunim zeviyên me li navçeya Ucê hatine şewitandinê û kareba û av jî bi temamî hatine birrîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket