"Bexda budceyê bişîne pirsgirêk çareser dibe"

kurdistani 10:21 AM - 2015-07-02
"Bexda budceyê bişîne pirsgirêka çareser dibe"

"Bexda budceyê bişîne pirsgirêka çareser dibe"

Serokê Komîsyona Xaza Siruştî û Neftê yê Parlementoya Êraqê Arez Ebdullah ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê aliyê sêyem bikeve dewrê û navbeynkariyê bike.

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parlemana Êraqê Arêz Ebdullah ji ajansa Anadolê re daxuyandiye ku: "Hewlêr jî Bexda jî dibêjin ku ew girêdayî peymanê ne. Lê belê carinan pirsgirêk çêdibin û hincetên maqûl ên her du aliyan jî hene. "

Ebdullah got: " Ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêdivî bi qanûnan heye. Herwiha divê aliyê sêyem bikeve dewrê û navbeynkariyê bike. Aliyê sêyem jî divê an Dadgeha Federal a Êraqê be an jî dê peymaneke nû bê çêkirin be."

Ebdullah got ku heke hikûmeta navendî ya Êraqê para herêma Kurdistanê ya ji budçeyê bişîne dê pirsgirêk çareser bibe û destnîşan kir ku ev gav dê ji bo Hewlêrê bibe gaveke teşwîqbûn û pêbaweriyê.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket