Li Agirî, muzeya Ehmedê Xanî tê avakirin

kurdistani 07:43 PM - 2015-07-01
Li Agirî, muzeya Ehmedê Xanî tê avakirin

Li Agirî, muzeya Ehmedê Xanî tê avakirin

Li navçeya Agiriyê , Bazîdê, çêkirina muzeya Ehmedê Xanî dewam dike, û piştî ku muze vebe, wê têde jiyana Xanî bidin nîşan.

Ehmedê Xanî yek ji helbestvan û sofiyên Kurd, û nivîskarê berhema Mem û Zînê ye. Bi mebesta ku jiyana Xanî jî bidin nasîn, Muzeya Ehmedê Xanî tê çêkirin û ji bo vê jî peykerên ku ji mûmê tên çêkirin, wê werin pêşandan.

Muze wê ji sê çavikan pêk were. Di çavika yekem de, ku navê wê Nûbihara Biçûkan e, wê peykerên ji mûmê yên ku Xanî û xwendekarên wî yên ku jê dersê digrin, werin çêkirin. Berhemên Xanî wê di vê çavikê de cih bigrin.

Di çavika duyemîn ku navê wê Esasên Îmanê ye de, wê ji mûmê peykera Bedî'uzzeman Se'îdê Kurdî were çêkirin ku, çawa di paceyekê de sekiniye û ji Xanî dersê digre, bidin nîşan.

Navê çavika sêyem jî danîne Mem û Zîn, û di vê çavikê de jî wê dîmena kişikê (chess) bidin nîşan. Li gor berhema Mem û Zînê ji bo ku Mîr Zînê bide Mem, şertê kişikê datîne û Mîr û Mem kişikê dilîzin. Di çavika sêyem de jî wê vê dîmenê bidin nîşandan.

PUKmedia/ Ajansa Anadolê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket