Konfiransa navnetewî ya ji bo jinûve avakirina Kobanê dest pê kir

kurdistani 04:25 PM - 2015-07-01
Konfiransa navnetewî ya ji bo jinûve avakirina Kobanê dest pê kir

Konfiransa navnetewî ya ji bo jinûve avakirina Kobanê dest pê kir

Serokê parlemana Ewrupayê malûvaniya konfiransa navnetewî ya ji bo jinûve avakirina Kobanê kir. Gelek şandeyên welatên Ewrupa û cîhanê di konfiransê de beşdar bûn.

Bi sernavê ''Ji bo jinûve avakirina Kobanê seferberiya navnetewî'', parlemana Ewripayê konfiransa ji bo jinûve avakirina Kobanê îro 1/7/2015,  dest bi karên xwe kir.

Konfiransa ku parlemana Ewrupayê îro dest pê kiriye ji bo piştgiriya bajarê Kobanê, û jinûve avakirina wê, bi beşdarbûna nûnerên saziyên civaka sivîl û bi dehan parlementerên yekîtiya Ewripayê ye.
Her wiha nûnerên rêveberiya xweseriya demokratîk ji kantonên Rojavayê Kurdistanê, tevî nûnerên  ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî di konfiransê de beşdar in.

Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî beşdar bû, û têkildarî rewşa Kobanê de axivî. Muslim got: “Ji bo Kobanê gotin paytexta berxwedana global.  Wê niha bibe paytexta jiyanek nû. Ji bo vê jî divê em bi hev re bixebitin.”

Her wiha li ser navê gelek rêxistinên civaka sivîl û komên din jî axaftin hatin kirin, û ji wan bêhtirî 40 rêxistinî jî desteka xwe nîşan dan.

PUKmedia/ ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket